‘Em ê li dijî kesên ku me diçewisînin bisekinin’ 2018-03-08 09:17:33   Şehrîban Aslan   AMED - Şevîn Ceylan a bi KHK’ê hat îxrackirin, ji xwe re kafeyek vekir û got: “Em li dijî kesên dixwazin me biçewisînin, têdikoşin û em dibêjin ku em hebûn, em ê hebin.”   Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi îlankirina OHAL’ê re yên ku herî zêde ketin bin zextan kedkar bûn. Bi hezaran kedkarên di qada perwerde, tenduristî û şaredariyan de dixebitîn bi KHK’yan hatin îxrackirin. Lê kedkaran dest ji têkoşînê bernedan û alternatîfên xwe ava kirin.   Şevîn Ceylan a yek ji hezaran karkerên hatiye îxrackirin e diyar kir ku bi vê re dixwazin aliyên muxalîf ji qada jiyanê dûr bixin û got: “Ez ji şaredariyê hatim îxrackirin.  Îxrac ne tenê di saziyên cemawerî de di sektora taybet de jî hat kirin. Em jî li dijî vê têdikoşin, berxwe didin.  Di pêvajoyek wisa de dibe ji bo jinan zehmetir be.”   ‘Berê tecrubeya min tunebû’   Şevînê daxuyakirin ku keda wê ya bi salan di carekê de hatiye tunekirin û got ji bo jiyana xwe ji nû ve ava bike bi 4 hevalên xwe re kafe vekiriye û got: “Me kedkaran piştgirî da hev û pêvajo ji ser xwe avêt. Ji ber ku berê me tiştek wisa nekiribû, tecrubeya me tunebû. Min texmîn nedikir ez  ji karê xwe bêm îxrackirin. Ji ber vê xeyalek min a ez kargeriyekê jî vekim tunebû.”   Şevînê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser piştevaniya di dan û standinê de û got: “Em çerezên xwe ji Binevş Kuruyemîş, çaya xwe ji hevalên hatine îxrackirin dikirin. Em bi hev re dikevin piştevaniyê. Em hêviya xwe wenda nakin.”