Fîlîzê sînorên Meletiyê derbas kir 2018-03-07 09:44:53   Gulîstan Azak    MELETÎ - Fîlîz Zengîn tevî zextên malbat û civakê dest ji biryara avakirina jiyana xwe berneda, hewşa xaniyê xwe kir restoran û xeyalên xwe derxist derveyê sînorê Meletiyê.    Fîlîz Zengîn a 27 salî ku di xaniyekî di sala 1918’an de li Gozelere hatiye çêkirin dijî, hewşa xaniyê xwe ji nû ve saz kir û kir restorant. Xwarinên Fîlîzê yên herêmî jî eleqeyek mezin dibîne. Fîlîz diyar kir ku ji ber hezkirina wê ya dîrokê fikrek wisa hatiye hişê wê ku hewşa mala xwe bike restoran. Fîlîz a navê wê derket derveyê sînorê Meletiyê, diyar ku her tim ji wê re gotine ‘tu jin î tu nikarî kar bikî’ û wiha got: “Ewil me bertekên neyînî girtin. Hêviya me şikiya. Lê min got divê ez bi xwe bawer bim. Ji ber ez jin bûm bi enerjiya negatîf hewl didin min têk bibin. Lê ez li ser piyan sekinîm. Zêdetir mêran ev şîrove dikirin.”    ‘Min ji bo azadiya xwe têkoşîn da’   Fîlîzê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji ber zextên civakê derfetên wê yên xeyalên xwe bikin kêm bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez di 17 saliya xwe de bi zorê hatim zewicandin. Ji ber zextên malbat û derdorê azadiya min ji destên min hat girtin lê min ji bo azadiya xwe têkoşîn da. Min têkoşînek mezin da ku ji bo hewşa xaniyê xwe bikim restorant. Bi saya restorantê ez hem karê mala xwe hem jî karê restoranta xwe dikim.”    ‘Ez bang li jinan dikim’    Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber hişmendiya pêşdaraz û zayendperestiyê jin nikarin tiştekî bikin û got: “Gelek hevalên min ez pîroz kirim. Ew jî dixwazin kar ji xwe re ava bikin. Lê ji ber zextên civakê nikarin bikin. Ez bang li hemû jinan dikim. Bila dest ji têkoşînê bernedin û xwedî li jiyana xwe derkevin.”