‘Em hedef hatinin girtin' 2018-03-04 10:25:50   Duygu Cînîvîz   AMED - Hevseroka Şaxa 2’emîn a Amedê ya Egîtîm Senê Fatma Budak Guler îxrackirina bi hezaran kedkarên perwerdê yên endamê Egîtîm Senê nirxand û diyar kir ku ji ber li dijî zîhniyeta serdest ya mêr li berxwe dane, ji aliyê desthilatdariyê ve hedef hatine girtin.    Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde yek ji aliyên ku bi KHK’a hedef hat girtin kedkarên perwerdê bûn. Bi hezaran endamên Egîtîm Senê ji kar hatin durxistin, îxrackirin, girtin û binçavkirin. Hevseroka Şaxa 2’emîn a Amedê ya Egîtîmê Fatma Budak Guler diyar kir ku zext hîna didomin û got armanca êrîşan ev e ku aliyên muxalîf ji holê rabikin. Fatmayê bi lê kir ku ev demeke dirêje li Tirkiyeyê rejîma zextê mijra gotinê ye û di qada perwerdê de jî rejîma zextê hatiye bikaranîn û got piştî 15’ê Tîrmehê şûnde bi armanca çewisandinê êrîş li dijî hemû muxalîfan hatiye destpêkirin.    Fatmayê daxuyakirin ku wan wek Egîtîm Senê li dijî êrîşan serî netewandine û got: “Bi 4+4+4 hewl dan projeya nifşê oldar bigihînin. Demek dirêj ev proje di rojevê de bû. Me li dijî vê gelek çalakî pêk anîn. AKP’ê tevî hemû îtîrazan ev xist meriyetê lê li dijî vê em hîna jî li ber xwe didin."   ‘Li dijî mufredata zayendperest em îtîraz dikin’    Fatmayê destnîşan kir ku bi taybet di demên dawî de mudaxaleyê mufredatê tê kirin û got gotinên zîhniyeta serdest yên mêr di pirtûkan de cih digirin û bi lêv kir ku wê li dijî vê têkoşîna xwe bimeşînin. Fatmayê her wiha da zanîn ku ew wek Egîtîm Senê wê guherînên şaş yên der barê mufredatê de her tim deşîfre bikin.    ‘Em rastî zextan hatin’    Fatmayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelek kedkarên perwerdê bi KHK’yan hatine îxrackirin û got bi vê hewl dan kedkaran biçewsînin. Fatmayê her wiha anî zimain ku wan tu carî zemîna têkoşînê wenda nekirine û wê her tim li ser piyan bisekinin.