Jin bi keda erzan tên xebitinandin 2018-03-02 11:52:05   NAVENDA NÛÇEYAN - DÎSK - AR'ê,  bal kişand ser kedkarên jin ên li Tirkiyeyê, got ku  ji sedî 23'yê jinan di nav jiyana kar de rastî cudakariyê tên û destnîşan kir ku li gel li Tirkiyeyê ji sedî 29 kedkarên dixebitin jin in, mehaneya jinan ji sedê 9 ji ya kedkarên mêr kêmtir e.   Daîreya Lêkolînê ya Konfederasyona Kedkarên Şoreşger (DÎSK-AR),  di rapora xwe ya bi sernavê  "Rastiya Çîna Karker" de bal kişand ser pirsgirêkên kedkarên jin. Li gorî nûçeya ku di Etkîn Haberê de hat weşandin. Di raporê de hat aşkerakirin ku li Tirkiyeyê kedkarên dixebitin ji sedî 29'ên wan jin in û wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin ya piyaseya hêza kar kêmaniya tevlibûna jinan a hêza kar û tevlibûna wan a kêm ya îstîhdamê ye."   Newekhevî li hemû qadan heye   Di raporê de hat diyarkirin ku dem mirov di warê perwerdeyê de dema ku mirov kedkarên jin û yên mêr bîne ber hev, asta perwerdeyê ya kedkarên mêr asta perwerdeya wan gelek kêm me û ya kedkarên jin ji ya wan zêdetir e. Mirov dikare bibêje ku di warê asta perwereyê de jî newekheviyek heye.   Jin bi keda erzan dixebitin   Rapor newekheviya  di warê girtina mehaneyê ya di navbera kedkarên jin û merê de ji digire dest û di raprê de tê gotin ku li  kedkarên mêr jin ji sedî 9 bi mehaneyeke kêm tên xebitiandin. Li gorî ku asta perwerdeyê ji ya jinan zêdetir e di warê mehane yan jî heqdestê ku digirin de ji kedkarên mêr kêmtir digirin.   Newekhevî nayê ziman   Di raporê de bal hat kişandin ser karên ku wekî karên bê pergal tên nasikirin jî û wiha hat gotin: "Di karên ku bê pergal tên pênasekirin de rêjeya jinan û ciwanên ku bê ewlehî dixebitin gelek zêde ye. Di vê qadê de jî neheqî li kedkarên jin tê kirin û di navbera kedkarên mêr û kedkarên jin de heye û evqet nayê ziman."   Nêrîna jinanên kedkar li ber çavna nayê girtin   Di raporê de hat aşkerakirin ku li şîrketan û li kargehan di warê girtina nêrîna kedkaran de jî cudakarî tê kirin û wiha hat  gotin: "Kesên ku di hişmendiya cudakarî tê kirin de ne rêjya wan ji sedî 11 ye. Di warê tevlibûna perwereya ji bo kar de jî kesên ku bi hişmendiya di navbera kedkarên jin û yên mêr de cudakar tê kirin tevdigerin ji sedî 9 e û ev jî derdixe holê ku neheqiyek tê kriin."    Jinên kedkar heqê lênêrtina zarokan nagirin   Encamên lêkolînê aşkera dike ku di warê lênêritina zarokan de jî alîkariyeke sînordar heye. Kedkar dibêjin ku ji sedî 2 li kargehan kreş heye û tenê ji sedî 7 alîkariya ji bo kreşê tê kirin.