Jinên Sendîkayê wê di 8’ê Adarê de li qada bin: Em li pey mafên xwe ne 2018-03-02 09:25:14     Duygu Erol    ENQERE - Jinên sendîkayê ku amadekariya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin diyar dikin ku ew li pey mafên xwe yên ked, wekhevî û aştiyê ne û wê li qada bin.    Jinên dest bi bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin, wê li her çar alî Tirkiye û Kurdistanê di 8’ê Adarê de li qada bin. Jinên kedkar yên bi KHK û OHAL’ê zext li wan hat kirin wê di 8'ê Adarê de qadan tije bikin. Sekretera Jinan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) Gulîstan Atasoy diyar kir ku Tirkiye ev demek dirêj e bi dijhiqûqiyên OHAL û KHK’ê tê birêvebirin û got bi van dijhiqûqiyan re êrîşên li dijî jinê hem di asta qanûnî û hem jî bi şîdeta mêr-dewletê re bi giştî bi awayekî sîstematîk berdewam kir.   Gulîstanê bi lêv kir ku jin berpirs in ku pirsigrêkên xwe bibin qadan û ev tişt anî ziman: “Demek berê şerek jî bi vê OHAL’ê hat zêdekirin. Maf û azadiyên jinan hatin astengkirin û di serî de mafê jiyanê hemû mafên wan hatin astengkirin. Em ketin pêvajoyeke ku hemû maf hatine tune hesibandin.    ‘Wê têkoşîna me heta dawî bidome’    Gulîstanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku jinên kedkar ji cihên kar bigirin heta kolanan wê li her qadê li dijî polîtîkayên jinan tune dihesibînin, bên cem hev û ev tişt vegot: “Rakirina astengiyên li pêş rêxistina azadiya me, kedkarên bi KHK’ê hatine îxrackirin şûnde bê radestkirin, ji bo pirsgirêkên gelan, kedkaran jinan bi dawî bin, tacîz, tecawiz û komkujî bi dawî bin, çareserî pêk bê û demokrasî pêk bê 8’ê Adarê girîng e. Divê jin bi girseyî li qadan peyama xwe bide. Heta em bigihêjin jiyana azad û wekhev wê têkoşîna me bidome.”    ‘Divê em têkoşîna xwe bilind bikin’    Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Derya Yulcu anî ziman ku ew dizanin 8’ê Adarê dîroka destpêka daxwaza ‘karê wekhev heqdestê wekhev e’ û got: “Di roja me ya îro de pirsgirêk didomin. Ji ber vê têkoşîna me didin. Bi pêşengiya Meşa Jinan a Cîhanê ji bo 8’ê adarê grevek jinan hatiye rêxistinkirin. Lê li welatê me grev jî tên qedexekirin. Bi OHAL’ê re tên qedexekirin. Ji ber van pêkanîn dijdemokratîk Greva 8’ê Adarê ya Jinan nehatiye rêxistinkirin. Bi hezarna jin di şevekê de bi KHK’yan ji karê wan hatin avêtin. Jinên întîxar kirin hebûn. Jinê dema direviyan derveyê welat bi zarokên xwe re di avê de fetisîn hebûn. Em ê li dijî van hemû pêkanînan têkoşîna xwe bilind bikin. Divê hemû jinên hatine îxrackirin wê rojê li wir bin."