Kedkarên hatin îxrackirin ‘kooperatîfa lîza’ ava kirin 2018-02-27 09:21:59   WAN - Kedkarên bi KHK’ê hatin îxrackirin hatin cem hev û ‘kooperatîfa Lîza’ ava kirin. Yek ji damezrînera dildar a kooparatifê Hazal Yilmaz kooperatîf wek ‘çalakiya bêdeng’ bi nav kir.    Kedkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê hatin îxrackirin, qadên hilberîna alternatîf ava dikin. Kedkarên li Wanê hatin îxrackirin ‘Kooperatîfa pastane û cafe lîza’ ava kirin. Di koperatîfa ku ji dildaran pêk tê de, berhemên tên firotin ji aliyê kedkaran ve li malê tên çêkirin. Yek ji kesên di koperatîfa ku ji 40’î zêdetir dildar têde cih digirin jî Hazal Yilmaz e.    ‘Çalakiya bêdeng’    Hazalê Lîza wek çalakî bi nav kir û wiha got: “Armanca me alternatîf ava kirin e. Me zêdetir kooperatîfek ku xwe dispêre hilberînê esas girt. Kooperatîfek ji jinên hatine îxrackirin pêk tê. Hevalên me piştî hatin îxrackirin pisgirêka aborî jiyan. Em kurabiye, paste û xwarinên li malê çêdikin li vir difroşin.” ‘   Em hatin cem hev û xurtir bûn’   Hazalê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku KHK ji bo jinan biçewisînin û hepsî malê bikin hatine derxistin, lê kedkar bêdeng nemane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca vekirina kooperatîfê ev bû ku em ji mêran re bêjin ‘em li vir in û em naçin cihekî’.Me dildarî esas girt. Ne tenê jin, mêr jî hene. Em bi hevalan re xurt bûn. Me ji hev hêz girt.”