‘Lêçûna şer ji bêrîka xizanan tê derxistin’ 2018-02-22 09:11:51   ÎZMÎR - Emîneyê diyar kir ku ji roja êrîşên li dijî Efrînê hatine destpêkirin dîktatorî hatiye îlankirin û got butçeya şer ji welatiyan tê xwestin.   Li Tirkiyeya ku hevsengiya dahatuyê her diçe xera dibe, polîtîkayên şer xizaniyê kûrtir dike. Butçeya aborî ya 2018’an jî wê ji bo sermaya herêmî û biyanî çavkaniyan veguhestîne. Endama Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Emîne Sozudogru  diyar kir ku butçe ji bo parastin û diyanetê tê veqetandin.   Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de got hikûmet îdia dike ku butçeya herî zêde ji bo perwerdeyê tê veqetandin û got ji bo perwerdeyê butçeya  ji sedî 8.8 hatiye veqetandin û got bi heman awayî di tenduristiyê de jî pereyê zêde ji bo tekelên derman hatine veqetandin.    ‘Pereyê şer ji bêrika welatiyan derdikeve’   Emîneyê destnîşan kir ku ji bo Diyanetê ji sedî 13,7 pere hatiye veqetandin û  îsal ji bo Wezareta Parastinê jî ji sedî 41,7 butçe hatiye veqetandin, ji bo Fermandariya Giştî ya Cendermeyan jî ji sedî 42 butçe hatiye veqetandin. Emîneyê diyar kir ku ji sedî 86’ê dahaturiyê ji bacan tê û got lêçûnên şer ji bêrika gel tê derxistin.   Emîneyê her wiha daxuyakirin ku pergala bacê koletiya modern birêxistin dike û  got di sala 2017’an de dahatu ji sedî 17 ji cezayan pêk hatiye û îsal giştiye ji sedî 31,5 û got beşeke girîng a diçe lêçûnên şer jî ji cezayan pêk tê.