Jina zincîra koletiyê şikandiye: Nuriye Turk 2018-02-12 09:17:33   Rojda Aydin   RIHA - Li Wêranşarê jina bi navê Nuriye Turk a  40 salî ku ev 15 sal in terzîtiyê dike, bi karê ku dike li dijî zextan serî rakiriye û zincîra koletiyê şikandiye.   Li navçeya Wêranşara Rihayê jina bi navê Nuriye Turk a ku 40 salî ye û bi eslê xwe ji Wêranşarê ye ev 15 sal in li Wêranşarê karê terzîtiyê dike. Lê belê gelê Wêranşarê jê re dibêjin Nura. Nuriyeya ku got ew heta niha nezewiciye û naxwaze jiyana xwe di bin siya mêrekî de derbas bike bang li hemû jinan kir ku bi xwe hilberînê bikin û debara xwe bi xwe bikin.    Nuriye ya ku got wê hêza afirînerî û hilberînê ji dayika xwe girtiye, anî ziman ku dayika wê bi xwe li ser piyên xwe disekinî, tucarî li hemberî mêran serî neditewand û ew jî niha li ser şopa dayika xwe dimeşe. Nuriye wiha behsa têkoşîna dayika xwe kir: "Bavê min cara sêyem zewicî bû. Dayika min hevjîna wî ya sêyem bû. Piştî bi demekê dayika min ji bavê min qetiya ye û bi tena serê xwe hewl daye li ser piyên xwe bisekine.  Dayika min ji bo ku debara xwe bike û me xwedî bike di hemû karan de xebitî û xwe bi vê xebata xwe ji zincîra koletiyê rizgar kir. Min jî ev hêz ji dayika xwe girt û ez li ser şopa dayika xwe meşiyam.  Niha tu mêr nikarin li hemberî min tu tiştê bibêjin. Ji ber ku min jiyaneke di bin siya wan de qebûl nekir."   Nuriye diyar kir ku ew karê terzîtiyê jî di serî de ji dayika xwe hîn bûye û wiha behsa serboriya xwe kir: "  Ez 14 salî bûm dayika min rojekê derzî da destên min û got ku ji xwe re fîstanekî bidirû. Min cara yekem kincek ji xwe re dirût û kincê min jî gelek xweşik bûbû.  Rojekê birayê min pere da min û ji min re got ku  ji xwe re tiştekî bistîne. Min jî jê re got ku ji min re makîneya dirûtinê bistîne. Piştî ku makîne ji min re hat sitendin min dest bi dirûtinê kir.”   ‘15 sal in terziyê dikim’   Nuriye anî ziman ku wê  di serî de li malê dest bi terîztiyê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Wê demê dayika min  nexweş bû. Min hem li dayika xwe dinêrî û hem jî li malê dirûn dikir. Lê belê min pere ji tu kesî nedigirt. Rojekê pîrejinek hate mala me kirasê xwe anî û got  ji min re kiras bidirû. Pîrê hêqê kincê xwe anî û her çiqas min hilnedida jî wê bi zorê da min. Got ku ev heqê te ye. Piştre min di malê de dest bi xebatê kir Min 14 salan li malê terzîtî kir û ev saleke jî min ji xwe re dikan vekiriye. Bi giştî ev 15 sal in ku ez dixebitim û bi keda destên xwe debara xwe dikim.   Ez ji  karê xwe gelek hez dikim. Ez dixwazim hemû jinên kurd bixebitin û jiyaneke di bin siya mêran de nepejirînin.  Ji ber ku dema jin nikaribin li ser piyên xwe bisekinin wekî kole tên dîtin û bi piranî jî li Wêranşarê wiha ye.”   'Em bi hilberîna dikin li ser piyan e'   Nuriye di dirêjiya axaftina xwe de got ku  wê bi hevaleke xwe ya jin a bi navê Edûl re bi hevkarî dikan vekiriye û ev tişt got: “Ez û heval Edûl ev saleke di vê dikanê de dixebitin. Beriya ku em dikanê vekin min ji Edûl re got ku were em bi hev re dikanekê vebikin. Lê belê hevjînê wê qebûl nekir û got ku eybe jin karê dirûnê bikin. Lê belê min dev jê berneda û min piştgirî da Edûlê. Bi piştgiriya ku min da Edûlê wê jî xwe ji zilma mêr rizgar kir û em niha bi hev re dixebtin.  Em hem kincên gelêrî û hem jî kincên bajarî didirûn.  Kesên ku tên kincan ji xwe re didûrin qûmaşê xwe û modela ku dixwazin tînin û em jî didûrin. Em fiyatekî pirr bûha nadin. Ji ber ku gelê vê derê piranî xizan e. Em heqê keda xwe nastînin lê dîsa jî em bi xwe debara xwe dikin. Ev jî ji bo me gelek baş e û em mihtacî kesekî nabin.”