Li dijî îxracan rêbaza têkoşîna nû: Têkoşîna birêxistin 2018-02-08 09:22:02   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinên Sendîkayî ku li dijî îxracan alternatîfa xwe ava kirin  berhemên rêsandina destan ku navê ‘rêsandina bi rêxistin’ danîn difiroşin. Jinan diyar kir ku piştevanî di çanda wan de heye û bi hilberîna kolektîf re li dijî polîtîkayên dewletê têdikoşin.   Jinên endamên Şaxa 2’emîn a Egîtîm Sen a Îzmîrê, diyar dikin ku armanca îxracan ev bû jinan ji têkoşîna sendîkal dûr bixin û  got wê bi jinên memur ên qadên cuda re bên cem hev û têkoşîna rêxistînî bilindir bikin. Jinan got her dawiya hefteyê tên cem hev xwe  bi rêxistin dikin û dixebitin. Jin her wiha ji pisgirêkên aborî re jî çareseriyan dibînin û berhemên xwe di rojên diyarkirî de li standa şaredariyê difiroşin.   ‘Em zêdetir li kolanan bûn’   Sekretera Giştî ya Jinan a Şaxa 2’emîn a Egîtîm Sen a Îzmîrê Dîlek Kanlibaş Demîr diyar kir ku di pêvajoya tê jiyîn de Egîtîm Sen berxwedanê bi rêxistin dike û got li dijî polîtîkayên  hikûmetê yên jinan ji qada cemawerî dûr dixe, zêdetir li kolanan in.   ‘Helwesta me hebûna me nîşan dide’   Dîlekê di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî îxracan di qada sendîkal de, têkoşîn zêdetir watedar bûye û ev tişt anî ziman: “Dewlet li gorî îdeolojiya xwe jinan ji qada cemawerî derdixe. Dibe ku em naçin dibistanan dersê nadin lê  sekna me, helwesta me hebûna me nîşan dide. Me xwe bi rêxistin kir û me xwest em kanala piştevaniyê ava bikin. Ne tenê di sendîkayê de, saziyên civaka sîvîl jî tevlî tora piştevaniyê bûn.”   ‘Armanca wan şikandina çanda piştevaniyê ye’   Ebru Dînçel Metîn a ew jî hat îxrackirin got ji her tim rastî zehmetiyan tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema me stand vekir em rastî tacîza polîsan hatin. Armanca wan ev bû çanda piştevaniyê bişkînin.”   Ebruyê diyar kir ku jinên KESK’ê her tim li dijî şîdet, tacîz û îstîsmara jinan û zarokan bûne û got têkoşîna rêxistinkirî di çanda wan de heye.