'Rola sereke jin dilîze û li çanda xwe xwedî derdikeve' 2018-01-24 09:03:23   Rûken Goman    DÊRIK- Canda Cemal yek ji jinên ku bi karê xwe yê destan hem debara xwe dike û hem parastina çanda xwe ya kevnar dike ye.     Di encama desthilatdarî û pergala kapîtalîzmê de gelek kes ji çanda xwe ya resen dûr ketine. Tevî hemû rêbazên pişaftin û helandinê hîn jî gelek mirov li çanda xwe ya kevnar xwedî derdikevin. Di vir de rola sereke jî jin dilîze û li çanda xwe li berhemên xwe xwedî derdikeve. Yek ji wan jinan jî Canda Cemal a 35 salî ku ji zaroktiya xwe ve hezkirina çandê pê re heye û heta niha berhemên xwe ji qirkirinê diparêze. Candayê ku cilan bi destên xwe çêdike behsa karê xwe û xwedîderketina li çanda kevnar dike.       Canda Cemal diyar kir ku ew ji dayîka xwe fêrî vî karî bûye û wiha got: "Dema ez biçûk bûm xwesteka min a fêrbûna karê destan hebû, hêdî hêdî ez bi vî karî re mezin bûm û pê ve hatim girêdan. Dema jin karekî bi vî rengî dike bi rastî pir xweş e, hem kar dike û hem li çanda xwe xwedî derdikeve. Dema carnan li ser min zehmet jî be, ez dîsa alîkariya dayîka xwe dixwazim da ku ez nexşeyên xwe xweşik derxim."    'Ez jinan jî fêrî vî karî dikim'   Candayê bal kişand li ser girêdana xwe bi vî karî ve û wiha pê de çû: "Ez tucarî cilan ji bazaran nakirim, her tim ez ji xwe û malbata xwe re çê dikim, ji ber karê dest paqije û her kes jê hez dike. Ji bo sermahiya  zivistanê hiriya destan germahiya wê xweş e,  gelek caran jinên cîranên min dixwazin ew jî fêr bibin. Ez pir ji vî karî hez dikim û tucarî winda nakim û jinên din jî fêr dikim. Ji ber ev erka min e ku ez alîkariyê bidim her jinekê ku ji çanda Kurdî hez dike û dixwaze ji xwe re bi kar debara xwe bike."   'Ez dixwazim dikanekê di bazara ku jin berhemên xwe dibinê, vekim'   Canda Cemal got ku ew dixwaze di bazara ku jin berhemên xwe dibinê, dikanekê veke û wiha dirêjî da gotina xwe: "Gelek proje Iigel min hene, lê ya herî ku ez dixwazim pêk bînim ew e ez dikana xwe di bazara ku jin lê dixebitin ya ku li Dêrikê were çêkirin, vekim û tevahî jinan fêrî çanda resen bikim. Çanda me nasnameya me ye.  Jin dikare debara xwe bi destên xwe peyda bike. Em îro di şoreşê de ne, ji bo wê jî her tişt girîng e ji bo şoreşa jinê ker kes tevlî bibe bi tiştê ku dizane û tê de pispor e, ji bo em layiqî şoreşa jinê bibin û xwedî lê derkevin divê em tim di nava xebatê de bin."