EVÎD-SEN hevdîtinên fermî pêk anî: Em şopdarê sozên hatine dayînin 2018-01-19 09:02:01   Zulal Koçer   STENBOL - EVÎD-SEN derbarê sererastkirinên qanûnê yên derbarê kedkarên malê tên kirin de, bi Seroka Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û Ofîsa ILO a Tirkiyeyê re hevdîtin kir. Seroka EVÎD-SEN’ê Gulhan Benlî diyar kir ku di hevdîtinê de soz ji wan hatiye dayîn ku wê daxwazên wan li ber çavan bê girtin û got: “Daxwazên me li ber çavan hatin girtin. Soz hatin dayîn. Ev erênî ye lê ya girîng ev e ku ka sozê çiqas bê girtine.”    Sendîkaya Kedkarên Malê (EVÎD-SEN) bi seroka Komîsyona Meclîsa Mafê Mirovan Fatma Benlî re hevdîtin kir û daxwaza çareseriyê kir. Bi Rêxistina Xebata Navneteweyî (ILO) hevdîtin kir. Gulhan Benlî derbarê hevdîtinan de axivî.   Wezareta Xebatê randevu neda   Gulhanê da zanîn ku li gorî çarçoveya qanûnê xwestine bi Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî re hevdîtinê bike lê nikaribûne randevuyê bigirin û wiha got: “Me bi dehan carî serlêdan kir lê randevuya me hat redkirin. Me xwest em bi ILO û Fatma Benlî re jî hevdîtinê bikin. Ji ber ku divê pirsgirêkên me lezgîn bên çareserkirin.   ‘Em ji mafên xwe bêparin’   Gulhanê diyar kir ku peymana mafên kedkaran a EVÎD-SEN’ê amade kiriye pêşkêşî kesên têkildar kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kedkarên malê di qanûna kar de cih nagirin. Ewlehiya karê wan tune. Bê sîgorte tên xebitandin. Derveyê qeydê tên xebitandin. Ev pirsgirêkên sereke ne. Yanî em ji gelek mafên xwe bêpar in. Divê kedkarên malê bigihêjin mafên xwe. Di vê qadê de bi mîlyonan jin dixebitin. Lê mixabin sererastkirinek di vê qadê de tune. Divê wezaret jî vê bike qanûn. Ev çareseriyek girîng e. Lê mixabin daxwaza me bersiv negirt. Me bi Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê re hevdîtin kir.”   ‘Em ê bibin şopdarê daxwazên xwe’   Gulhanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku di hevdîtinên hatine kirin de nêzîkatiyek erênî dîtine û soza ku wê daxwazên wan bigihînin wezîra xebatê Julîde Sarieroglu. Gulhanê diyar kir ku wê şopdarê daxwaz û soza ku hatiye dayîn bin. Me peymana derbarê mafên kedkarên malê de teslîmî komîsyonê kir.”   ‘Em ê li encamê binêrin’   Gulhanê bi lêv kir ku di hevdîtina Ofîsa ILO ya Tirkiyeyê de, bi Wezîrê Çand û Turîzmê Numan Kurtulmuş û Berpirsa Bernameya Dîrektora ILO a Tirkiyeyê Ozge Berber re hatine cem hev û  got wan jî soz daye ku wê daxwazên wan li ber çavan bigirin.