'Huner evîn û nasname ye' 2018-01-18 09:03:55   Ronîda Hacî    TIL TEMIR - Jina Aşurî ya bi navê  Werdiya Xoşaba ya ku ev 20 sal in karê hunerê dike, diyar kir ku huner ji bo wê evîn û nasname ye.   Jina Aşûrî Werdiya Xoşaba (50) ya ku ji bo xwedî li çand û hunera xwe derkeve 20 sal in dixebite. Jin ya ku herî zêde xwedî li çand û hûnera xwe derdikeve, her parstina keda xwe ya hezaran sal dike. Werdiya li Tiltemirê ji bo bîra civakî wenda nebe û mirov ji çand û hunera xwe dûr nekevin cilan bi destan çêdike.    'Ez bi karê xwe ser bilind im'   Werdiyayê anî ziman ku ji ber ew li çanda xwe xwedî derdikeve bextewar û serbilind e û wiha got:" Cilên ku ez li vir bi keda destên xwe dihonim ez dişînim derveyî welat jî lewma kesên ku ji welat derdikevin jî bi vê sayê ji çanda xwe dûr nakevin."   'Li dijî her astengiyan ez xwedî li çand û hunera xwe derketim'   Werdiyayê bal kişand ser zext û astengiyên li ser çand û hunera kurdan û wiha berdewam kir:"Bi hezar salane ku kurd ji bo çand û hunera xwe li ser piyan bihêlin têdikoşin. Li gel hemû asteng û zextan min dev ji hunera xwe berneda û min xwest ku ez vê yekê wekî mîrateyekê bihêlim."   'Min tu caran dev ji têkoşîna xwe berneda'   Werdiyayê diyar kir ku çand û huner bi saya têkoşîna jinan li ser piyan mane û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Çand û hunera ku xwedawendan wekî mîrate ji me re hiştiye divê em jî xwedî lê derkevin û dev ji têkoşîna xwe bernedin."