Hosteya lastikên wesayetan Fatma: Ez gotinên mêran nefikirîm 2018-01-04 09:22:11   Gulîstan Azak   GURGUM - Fatma Demîr a 35 sal in hosteya lastikên wesayetan e diyar kir ku divê her jin gotinên mêran piştguh bikin û tiştên dixwazin bikin derxin holê û wiha got: “Bi karê ez dikim, hêza jinan nîşan didim û ev jî min kêfxweş dike.”   Fatma Demîr 55 salî ye. Li navçeya Narli ya Gurgumê her kes jê re dibêje hoste Fatma. Fatma bi tamîrkirina lastikên wesayetan debara xwe dike. Fatma karê ku wek ‘karê mêran’  tê binavkirin, bi serkeftinek mezin dike û wiha dibêje: “Tiştekî wek ‘karê mêran, karê jinan’ tune. Min xwest nîşan bidim ku jin dikarin her karî bikin.”   ‘Min cesareta xwe nîşan da’   Fatmayê ligel kargeriya xwe ya karê tamîrata lastikan dike, dukanek biçûk jî dixebitîne û serkeftina xwe ya di her du kargeriyan de wiha vedibêje: “Hem marketa min heye hem jî ez lastikan tamîr dikim. Kar zehmet e lê ger jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Jin dikarin her karî bikin. Mêr dema min dibînin ecêb dimînin. Heta hinek dibêjin ‘ev heneka kamerayê ye’. Ez ji ber vê gelek kêfxweş dibim. Min cesareta xwe nîşan da.  Ez hêza jinê nîşan didim û ev jî min kêfxweş dike.   Fatmayê bi lêv kir ku ev 35 sal in vî karî dike û got: “Ez li her du dukanan jî dinêrim. Niha debar gelek zehmet e. Bi karekî mirov nikarin debara xwe bikin. Min ligel dukana xwe marketek biçûk jî vekir.  Her jin jêhatî ye. Divê gûh nedin gotinên mêran û çi ji destên wan tê bila bikin.”