Jin bi hev re xweseriya xwe ya aborî ava dikin 2018-01-04 09:10:31   Zeynep Turgut   COLEMÊRG - Li Colemêrgê 8 jin ji bo ku xweseriya xwe ya  aborî ava bikin kom bûn û bi aweyekî hevpar dirûngeha bi navê 'Fîstan' vekirin. Jinên karker dan zanîn ku ji bo xweseriya aborî yekîtiya jinan şert e.    Ji dîrokê û heta niha di qada aboriyê de mafê jinan her tim hatiye binpêkirin. Her çiqas li Tirkiyeyê hejmara karkerên jin zêdetir jî be di mal de ji derve di warê aboriyê de tune hatine hesibandin. Lê li hemberî hemû pêkûtiyên hişmendiya desthilatdar jî jin di aboriyê de alternatîfên xwe ava dikin. Li Colemêrgê 8 jin ji bo ku xweseriya xwe ya aborî ava bikin bi derfetên xwe dirûngeha bi navê 'Fîstan vedikin. Di dirûngehê ku hatiye vekirin de herî zêde kiras û fîstan tên dirûtin. Jinên karker diyar kirin ku armanca wan ew e di xweseriya xwe ya aborî ava bikin.     'Em li dijî binpêkirina mafên jinan li ber xwe didin'   Karkera bi navê Yildiz Açar bi lêv kir ku bi vekirina dirûngehê re pêşve çûne û got ku li dirûngehê her jinek rengekê têkoşînê ye û wiha berdewam kir;"Di her qadên jiyanê de mafên jinan tê binpêkirin. Herî zêde jî di qada aborî de mafên jinan tê binpêkirin. Gava ku mirov li Tirkiyeyê dinêre hejmara jinên karker ji hejmara mêran zêdetir e. Bi rastî fikreke bi vî awayî di hişê me de tune bû. Me jinan her tim pir dixwast ku em bi awayekî hevpar bi hev re bixebitîn. Em 8 jin bûn  û me jî ji dirûna cil û bergan fam dikir pişt re me di navbera xwe de biryar da û me got em cihek wisa vekîn ku tenê jin bixetin û tenê rengê jinan hebe. Di dirûngehê de em herî zêde kiras û fiîstanan didirûn. Ji xwe navê kargehê jî me kiriye Fîstan. Em her roj serê sibehê tên bi kêfxweşiyeke mezin bi hev re cilan dirûn. Jiyana me ya di nav xebatê de hevpar e. Di qada aborî de li hemberî binpêkirina mafên jinan têkoşîneke me heye. "   'Em hem afiriner û hem jî hilberînerin'   Yildizê daxuyand ku ew ne tenê dixebitin di heman demî de tedikoşin û got ku divê  di qada aborî de nasnameya jinan bê naskirin û wiha pê de çû;"Piştî ku me ev dirûngeh vekir û şûnde jinên derdorê jî tên  cem me û dema karê wan tune b jî tên bi me re jiyana xwe parve dikin. Em ne tenê dixebitîn di heman demê de em jiyaneke hevpar û berxwedêr didîn meşandin. Niha em 8 jin în em dixwazîn hem hejmara jinan zêdetir bikîn hem jî kargeha xwe berfirehtir bikîn. Armanca me ew e ku em kooperatîfa jinan ava bikîn. Dem deme ku êdî jin xweseriya aborî ava bikîn e. Divê êdî jin hewceyî mêran nebin. Ji ber ku afrînerî û hilberîna jin dikin ji ya mêran zêdetir e.   Em dizanîn biafirînin jî hilbirînin jî ji ber wê jî afirandina me têra xweseriya aborîyê dike."   'Em bi berxwedanê hebûna xwe îspat dikin'   Yildizê di dawiya axiftina xwe de anî ziman ku divê jin piştgiriyê bidin hev û got ku her jinek xwedî têkoşînekê ye û wiha dawî li axafitna xwe anî;"Em di kargehê de ne tenê kar astengiyên ku em di warê jiyanê de dijîn jî bi hev re parve dikin. Kiryarên me hemû jin in. Ger  ku em jin dixwazin di her qadan de hebûna xwe û rengê xwe biafirînîn, pêwîste ku em têkoşînê bidin. Em dixwazîn ku her jinek bi derfetên xwe di warê aborî de xwe pêşve bibe û hewceyî mêr nebe."