Tehma vî nanî cuda ye: Hevîr bi piştevaniya jinan tê strandin 2017-12-29 09:05:44   Melîke Aydin   DÊRSÎM - Hatîce û Medîne bi kedek mezin hevîr dikin, piştre dikin nan û pê debara xwe dikin. Medîne û Hatîce bal dikişînin ser piştevaniya jinê û dibêjin: “Jin tirsên xwe bi piştevaniyê dikarin derbas bikin.”   Li taxa Alî Baba ya Dêrsîmê bîhna nanê germ û teze li her derê belav bûye… Em vê bêhnê dişopînin û diçin çavkaniya wê. Bêhna nanê germ a bi kedê hatiye çêkirin, me digihîne jinên bi navê Medîne û Hatîce Akbayir. Karê ku Hatîce û Medîne dike gelek girîng e. Ji ber herduyan jî nêrîna mêr ya ‘mêr pere qezenc dike jin karê malê dike’ bi hev re şikandin û diyar dikin ku wan bi piştevaniya jinên taxê re ev nêrîn şikandine.   ‘Ne bû asteng ne bû destek’   Medîneyê daxuyakirin ku ev mehek û nîve vî karî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mêr berpirsyariya malê digire lê min ev feraset şikand. Heta derengiya şevê demên ku min nan kişand hebûn. Belê hevjînê min ne bû asteng ne jî bû alîkar. Divê jin ji hêza xwe bawer bikin.”   ‘Ez bixwe serbilind im’   Hatîceyê bi lêv kir ku li Dêrsîmê jiyan gelek biha ye, betalî zêde ye û li dijî vê jî biha zêde ne û ev tişt anî ziman: “Ez bixwe serbilind im. Ji ber ez nanê helal dibim ji zarokên xwe re. Li gorî min jin divê tirsa xwe bi piştevaniyê ji holê rabikin. Divê bi saziyên jinan re hesta piştevaniyê bê afirandin. Pergal heman karî bi jin û mêr dikin lê mêr zêdetir pere digirin. Min heta niha êzing kişand, paqijî kir, li ser zeviyan xebitîm. Jin xwedî hêza ku dikarin her karî bikin e. Lê ji bo mêran heman tişt ne derbasdar e.”