Jin li Hesekê aboriya xwe pêş ve dixin 2017-12-27 12:01:04   Ronîda Hacî    HESEKÊ - 13 jinên kedkar di Kargeha Samto Layif a Paqijiyê de dixebitin  û debara mala xwe dikin. Li kargeha ku 13 jin lê dixebitin jiyanek komîn heye û jinên kedkar diyar dikin ku ew bi parvekirina jiyana komînal debara xwe dikin.    Li Kargeha Samto Layif a Paqijiyê ku girêdayî  Gundê Til Tewîl ê bajarê Hesekê ye 13 jin bi xebatek û jiyanek komînal debara xwe ya malê dikin. Bi vê yekê jin aboriya xwe jî pêş dixin. Têkildarî vekirina vê kargehê û xebatên jinan ên komînal de jina bi navê Cewahir Hisên Casim hestên xwe tîne ziman û diyar dike ku civak bi xebatên hevpar û komînal pêş dikeve.     Cewahir a ji gundê Til Tewîlê wiha behsa kar û xebatên xwe kir: "Ev kargeh ji bo me pir baş e, em 13 jin cihê xwe di vê kargehê de digirin. Em ji saet 8'ê sibehê heta 4'ê piştî nîvroyê dixebitin. Di vê kargehê de gelek beş hene, wekî beşê dermanê cila, şampoan, sabûn, kilor û hwd.. pêwîstiyên paqijiyê yên malê hene.  Taybetmendiya xebata li vê kargehê pêşxistina aborî ya jinê û tevgera komînal e. Li vir her kes rêzê ji bo hev digire û hemû tiştên xwe bi hev re parve dikin. Loma em jî gelek kêfxweş in ku li vir dixebitin û dikarin debara xwe bikin.  "   'Ya ku herî zêde kedê dide jin e'   Cewahirê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku kar mafê jinê ye jî û ji bo wê tiştekî pir girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro jin dikare ji tunebûnê hebûnê biafirîne, her tişt li gorî îradeya mirov bi teşe dibe. Ya ku herî zêde vê kargehê bi rê ve dibe û kedê dide, jin e. Jin li vir û li her deverê ji bo pêşxistina kar û xebatê fedekariyê  dike.  Ya ku di her qada jiyanê de herî zêde kedê dide jin e. Kar ji bo jinê eşq e, çi kar hebe bila hebe ger jin cihê xwe tê de bigire, wê ew kar bi serkeftî derbas bibe."