Arzu Çerkezoglu: KHK a Taşerona wê mexduriyetên nû derxe holê 2017-12-27 10:22:53   Zulal Koçer   STENBOL - Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu pêkanîna kadroyê ya bi şerta ‘ezmûnê’ ya bi KHK a hejmara 969 a ji bo karkeran anîne, nirxand û got karkerên bixwazin derbasî kadroyê bibin, rastî şerta wê ji mafên xwe yên di encama dozên qezenckirinê de feragat bikin, bên.   KHK’a hejmara 696 ya ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hat derxistin gelek nîqaş jî bi xwe re anî û di KHK’ê de ji bo hêzên paramîlîter muafiyeta darazê anîn û her wiha pêkanîna cilên yekreng jî ji girtiyan re anîn. Di KHK’ê de sererastkirina din a balê dikişîne jî pêkanîna ‘kadroya şerta bi ezmûn’ ji bo karkeran anîn.  Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu derbarê mijarê de nirxandin kir.   ‘Bi aliyan re muzakere nekirin’   Arzuyê bi lêv kir ku karkerên taşeron bi salan e ji bo kadroyê bigirin têdikoşin û di dema AKP’ê de hejmara karkerên taşeron zêde bûne û got: “Bi KHK’a dawî re dayîna kadroyê ya ji bo karkerên taşeron 4 mîlyon kesî eleqeder dike. Ev sererastkirin bêyî ku bi aliyan re muzakere bê kirin, bi KHK’ê re hatiye derxistin. Ev jî ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.”   Ev sererastkirin wê çi bîne?   Arzuyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “KHK a di çarçoveya mijara ku karkeran eleqerde dike de bicihkirin li dijî Destura Bingehîn e. Em bi tu awayî qebûl nakin ku ev sererastkirin bi KHK’ê xistine jiyanê. Ev sererastkirin dê mexduriyetên nû bîne. Di saziyên girêdayî wezaretê de 450 hezar di şaredariyan de 400 hezar karker dixebitin. Xebatkarên şaredariyê di çarçoveya vê sererastkirinê de wek karkerên cemawerî wê neyên îstîhdamkirin. Wê di şîrketên şaredariyan de bên xebitandin.”   Arzuyê bi lêv kir ku 450 hezar karkerên di cemaweriyê de dixebitin jî wê mexduriyetek wisa bijîn û şerta wê ji mafên xwe yên qezenckirinê feragat bikin didin ber wan. Arzuyê wiha pê de çû: “Ji hevalan tên xwestin ku ji mafên xwe yên ji dozan qezenc kirine feragat bikin. Di vê mijarê de gelek dozên hatine qezenckirin hene. Her wiha divê îfade bikin ku derbarê pêşerojê de jî daxwaza vekirina tu dozê nekin. Tê gotin wê ezmûnê bînin. Ezmûna nivîskî, pêkanînî û gotinî. Ev ezmûn li navendeke ezmûnê nayên kirin. Her sazî wê bixwe bikin.  Ji ber ezmûna gotinî heye wisa xuya dike ku wê gelek kes bên beralîkirin. Wê ji alîgirên xwe re rê vekin.”   Arzuyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku  teşeyê xebatê bi giştî dijhiqûqê ye û bi awayekî kêfî ye û dê bêyî şert û newekhevî kadro bê dayîn. Her wiha Arzuyê diyar kir ku ew wek DÎSK’ê di vê mijarê de çi bikeve ser milê wan wê bikin.