Zekiye ya kaxizan berhev dike banga piştevaniyê kir 2017-12-27 09:27:26   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Zekiye Polat tevî temenê xwe yê mezin  bi wesayetek berhevkirina kaxizan li her derê bajar digere. Zekiyeyê diyar kir ku gelek nexweşiyên wê hene û êdî lingên wê ne wê ne wesayeta wê dikare hilgire û banga piştevaniyê li her kesî kir.   Zekiye Polat ev 25 sal in li Edeneyê li her navçe û kolanê digere û kaxizan berhev dike, bi vê jî debara xwe dike. Zekiyeyê 61 salî ye û di heman demê de li du neviyên xwe jî dinêre. Zekiyeyê dibêje: “Ne ji bo pêşeroja xwe ji bo ya wan têdikoşim. Bi salan li dijî xizaniyê têkoşiyam. Ez banga piştevaniyê li her alî dikim.”   ‘Edî nikarim bikim’   Zekiyeyê destnîşan kir ku her tim xebitiye û ev tişt anî ziman: “Min 4 zarokên xwe mezin kir. Ew zewicîn û çûn. Niha li neviyên xwe dinêrim. Lê ez êdî ne ciwan im. Êdî nikarim. Kes ji rewşa kesî fêm nake. Gelek carî ji bo fona alîkariya civakî bigirim, min serî li Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî da. Lê her carê gotin ‘tu dikarî debara xwe bikî’. Gelo alîkariyê nedin min wê bidin kê? Min xwe dît nedît ez xizan bûm. Niha nexweşiyên şekir û tansiyon bi min re heye. Av, ceyran û tup biha ye. Roja dernekevim kar em birçî dimînin. Lê êdî nikarim bimeşim jî.”   ‘Alîkariyê bidin neviyên min’   Zekiyeyê di berdewamiyê de anî ziman ku sibehê zû derdikeve û heta derengiya êvarî dixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lingên min êdî min hilnagire. Nikarim wesayeta xwe jî bibim. Ev jî  têr nake ez têm malê dixebitim. Neçar im bikim. Ji ber çopê ez rîska girtina mîkroban jî dijîm. Ez neçarim destên xwe bikim çopê. Ji ber vê carna nexweş dikevim. Di vî temenî de jî kes kar nade min. Ez bang li hemû aliyên hestiyar dikim. Ji xêrxwazan alîkariyê dixwazim. Qe nebe bila neviyên min xizaniyê nebînin. Bila alîkariyê bidin wan.”