Bedela krîzê dîsa jin didin: Betaliya jinên ciwan ji sedî 32 ye 2017-12-25 09:16:54   ENQERE - Pispora DÎSK-AR’ê Denîz Beyazbulut  Lêkolîna Hêza Kar a Malbatê ya dema 2017’an a TUÎK’ê nirxand û diyar kir ku di rêjeya betaliya jinên ciwan de ji sedî 26.7 zêdebûnek cidî heye û wiha got: “Betaliya jinên ciwan bi taybet li hinek bajaran derketiye ji sedî 32’an. Yek ji sedemên vê zayenda civakî ye. Ji piyasayê herî zêde jin û ciwan bi bandor dibin.”   Daîreya Lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK-AR) rapora Hêza Kar a Malbatî ya dema 2017’an a îlonê di 15’ê Kanûnê de weşandibû, nirxand. Li gorî daneyên TUÎK’ê rêjeya betaliyê ji sedî 10,7 pêk hat. Hejmara betaliyê ku bandorên demsalî jê hatibû derxistin 3 mîlyon û 410 hezar derbas bû. Bi têgehek berfireh hejmara betalan 5,9 mîlyon in. Rêje jî ji sedî 17,2  pêk hat. Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 e. Rêjeya jinên betal jî ji sedî 14.9 û ya jinên ciwan jî ji sedî 26,7 e.   Pispora DÎSK-AR’ê Denîz Beyazbulut li gorî daneyên TUÎK’ê rêjeya betaliya jinan û ciwanan nirxand. Denîzê da zanîn ku bi giştî betaliya ciwanan gihiştiye mîlyon û 790’î û got ciwanan di salên dawî de ji ber betaliyê perwerdên lîsanda bilind û doktorayê berdewam kirine û got li hinek bajaran rêjeya betaliya jinan gihiştiye ji sedî 37’an. Denîzê bi lêv kir ku  yek ji sedemên wê zayenda civakî ye.   Denîzê daxuyakirin ku mudaxalekirina desthilatdariyê ya polîtîkayên nifûsê jî di betaliyê de bi bandor e û got li Tirkiyeyê 14 mîlyon ciwan hene û bi koçberiyên ji Sûriyeyê ev rêje zêde bûye.   Denîzê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî dawî bi Îşkurê re pêkanîna stajeriyê hat rojevê. Ev jî rewşa xebata bê ewle pêk tîne. Stajyerî divê parçeyek perwerdeyê be. Lê di vir de wek bêewle derdikeve pêşberî me. Gelek stajyer karên angarya lê tê ferzkirin.”   Polîtîkayên desthilatdariyê bandorê li îstîhdamê dike’   Denîzê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên neolîberal mezinbûn tê jiyîn lê refah zêde nabe û got polîtîkayên desthilatdariyê yên perwerdeyê jî bandorê li ser îstîhdamê dike.