Karkera malê hewl dide xebata kiriye îspat bike 2017-12-23 09:06:45   Zulal Koçer   STENBOL - Seroka Sendîkaya Kedkarên Malê ÎMECE Ayten Kargin ji 2012’an heta niha ji darazê re hewl dide xebata xwe ya 10 salan îspat bike.  Çîroka Ayten a bi salan bê sîgorte xebitî, di heman demê de têkoşîna ku keda jinê bê dîtine ye. Pirsgirêkên kedkarên li malan dixebitin tu caran naqedin.  Di alî wan de ya herî girîn xebata derveyî qeydê û bê sîgorta bûne.  Seroka Sendîkaya Kedkarên Malê ÎMECE Ayten Kargin ku di heman demê de kedekara malê ye jî li ser keda derveyî qeydê axivî.   Îspatkirina xebatê   Ayten 10 salan li malekê dixebite û hemû karên malê dike.  Di 2012’an de nexweş dikeve û ji ber nikare biçe kar ji kar tê avêtin. Ayten a 10 salan bê sîgorte xebitî vê carê ji hewl da xebata xwe ya 10 salan ji dadgehê re îspat bike.  Aytenê bi şahid û kamerayên ewlehiyê yên sîsteyê ev îspat kir û vê carê rastî îdiaya karsaz ya ‘ne 10 sal 4 salan xebitiye’ hat. Aytenê bi salan têkoşîna hiqûqî da û runiştina wê ya di 5’ê Kanûnê de hat dîtin taloqî 2018’an hat kirin.   ‘Karekî zehmet e’   Ayten di 43 saliya xwe de dest bi xebatê dike û wiha dibêje: “Divê min pere qezenc bikira. Lê ji ber temenê xwe min li fabrîka û kargehên din kar nedît. Min biryar da ez li malan paqijiyê bikim. Min ev kar dît.  Her ger ku ez ne mecbûr bûma  min dest bi karekî wisa nedikir. Ji ber karekî gelek zehmet e. Ji mutbexê bigire heta odeyan her der dihat paqijkirin. Xwarin min çêdikir, utî min dikir.    Me koltix paqij dikir û li zarokan mêze dikir.”   Ayten a ku karê malek din dikir, dema dihat malê, karên malê jî dikir. Ayten diyar dike ku çavê xwe vedikir kar dikir, lê tu car keda wan nehatiye dîtin.   Ayten ya ku bi salan ev kar kir bi gelek nexweşiyan jî dikeve û niha bi dermanan li ser piyan e. Aytenê diyar kir ku di daxwaznameya dozê de cih daye nexwşeyên xwe jî û got ku li wê malê tendirustiya wê têk çûye.