Krîza aborî li firotina piyangoyê jî xist 2017-12-23 09:05:01   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Hatîce Demîrkiran a li Seyhanê ev 35 sale biletên mîlî piyangoyê difroşe diyar kir ku di pêvajoya dawî de firotina bîletan sekiniye û krîza aborî bandor li firotina biletan jî kiriye.   Li Tirkiyeyê krîza aborî ya her diçe kûr dibe bandor li firotina biletên piyangoyê jî kir. Her sal di meha dawî ya salê ya Qanûnê de li ber bayiyên mîlî piyangoyê her kes diket rêzê lê niha rewş hinek cuda ye.Hatîce Demîrkiran a 35 sale li Seyhan a Edeneyê bi firotina biletan debara xwe dike  got wê bi vî pereyî du zarokên xwe mezin kiriye, ji xwe re xanî girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoya dawî de firotina bîletan pir ketiye. Di salên borî de welatiyan pirtir bilet digirtin. Lê îsal nikarin bikirin. Welatî êdî bi qerta krediyê biletan digirin.”   ‘Çaryek an jî nîv digirin’   Hatîceyê ev tişt anî ziman: “Xelata mezin a îsal 65 mîlyon lîra ye. Bi rastî pereyek mezin e. Her kes xeyala vê dike. Her kes debara xwe zehmet dikin. Ji ber vê dibêjin şansek e. Lê di salên borî de zêde dihatin girtin. Heta ne yek çend heb digirtin. Lê ev çend sale welatî an çaryek, an a nîvî dikirin.”   ‘Rojê 30-40 lîra qezenc dikim’   Hatîceyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li Tirkiyeyê pisgirêkên cidî yên aboriyê tên jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li welat pirsgirêkên aborî hene. Hêza girtinê pir kêm e. Mirov bi tedbîr tev digerin. Ez rojê 30-40 lîra qezenc dikim. Di demên dawî de firotina biletan pir ketiye.”