‘Di vê butçeyê de jin tine, karker tine, cotkar tine, bi kurtasî gel tine ye’ 2017-12-19 09:11:12   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş der barê hevdîtinên butçeyê ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê nirxandin kir û  diyar kir ku butçeya 2018’an ji polîtîkaya şer a hikûmetê re hatiye veqetandin û wiha got: “Di vê butçeyê de navê jinê tine. Edelet tine. Cotkar tine, karker tine, bi kurtasî gel tine ye.”    Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş der barê hevdîtinên butçeyê yên li meclîsê berdewam dikin û mezinbûna ji sedî 11.1 aboriyê de nirxandin kir. Meralê diyar kir ku butçeya sala 2018’an  ne li gorî wekheviya zayendiye û butçeya şer e. Meralê wiha got: “Di van rojên ku bertîlên Zarrab jî îfade kirine di rojevê de ne hikûmet ji welatiyan fedekariyê dipê.  Di çarçoveye vê dozê de pereyên mezin hatin rojevê. Pereyên ji gel hatine revandin wek bombeyê ketin rojevê.”   Meralê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Serokomar Tayîp Erdogan ê behsa mezinbûna Tirkiyeyê ya di sala 2017’an de dike, aboriya welat ya têk çûye ji nedîtîve tê û ev tişt got: “ Bila kes ji gel re behsa mezinbûna Tirkiyeyê neke. Gel ji ber zemên salê herî kêm du caran tên kirin zehmetiyên mezin dikişîne. Li Tirkiyeyê ji sedî 60 kesên dixebitin bi heqdestê asgarî dixebitin.  Gelek welatî ligel ku bi vî pereyî tên xebitandin yên di vê astê de nagirin jî hene. Yên derveyê qeydê dixebitin gelek in.  Tirkiye koletiya modern li welatiyan ferz dike.”   ‘Butçeya dewletê wijdanê wê dewletê ye’   Meralê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku butçeya dewletê wijdanê wê dewletê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov binêre ku ka welatek bi wijdane an na, wê demê divê mirov li butçeya wê binêre.  Di dema hevdîtinên butçeyê de serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu belgeyên Girava Man teşhîr kirin.  Razemeniya li Manê, bacên hatine revandin, îdiayên bertîlê yên Reza Zarrab anîne ziman, pereyên mezin. Yanî li aliyekî hevdîtinên butçeyê didomin li aliyê din jî pereyên hatine revandin wek bombe di rojeva gel de bi cih bûn. Yên hîna pirtir ji gel federakariyê dixwazin, dema dor tê wan em dibînin ku çi dikin. Bêguman me ji bêwijdaniya vê dewletê re şahidî kir.”   Meralê diyar kir ku di hevdîtinên ku mehekê di komîsyonê de heta sibehan pêk hatin de ti pêşniyar nehatine guhertin û anîne rojeva Lijneya Giştî ya Meclîsê. Meralê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku butçeya sala 2018’an ji  polîtîkayên şer re hatiye veqetandin.