Em ê deriyên xwe mifte bikin, mezinbûna çi? 2017-12-17 09:10:44   Dîlan Babat-Hîkmet Tunç   WAN - Li gorî daneyên TUÎK’ê aboriya Tirkiyeyê mezin dibe. Lê esnafên biçûk berovajî vê dibêjin. Fatma Turan derbarê mezinbûna bi rêjeya 11,1 de diyar kir ku mezinbûna aboriyê bandor li wan nekiriye û got: “Mezinbûn heye lê ji bo kê heye. Em hatine asta ku dukanê bigirin.”   TUÎK’ê hejmarên mezinbûna çaryeka sêyemîn aşkera kir. Li gorî vê aboriya Tirkiyeyê ku mehên Tîrmeh-Tebax-Îlonê dihundirîne di çaryeka sêyemîn de ji sedî 11,1 mezin bûye. Çavkaniyên nêzî hikûmetê jî ev wek serkeftin şîrove kirin.   Fatma Turan a li Îpekyola Wanê, li TOKÎ’yên Kevenlî di dukanek biçûk de  cilên neteweyî difroşe diyar dike ku ev 8 sal in vî karî dike û wiha got: “Aboriya Kurdistanê xerab bûye. Min ewil dirûnî dikir. Piştî erdhejê em çûn Antalyayê. Min li wir dirûtina cilên netewî berdewam kir. Piştî du salan em dîsa vegeriyan Wanê. Min li vir dukanek vekir.”   Fatmayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku pereyê ji dirûtina cilvan qezenc dike gelek kêm e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez sê zarokan didim xwendin. Kirêya xaniyê me heye. Lêçûna mutbexê heye. Ez neçar mam gelek alavên xwe bifroşim. Ji ber şert û merc zehmet bûne min karên cuda jî kir.   Mezin dibe lê ji kê re?   Fatmayê derbarê mezinbûna rêjeya aboriya Tirkiyeyê de jî wiha got: “Me di nûçeyan de dît. Dibêjin ‘Tirkiye bi lez mezin dibe.’ Mezin dibe lê ji kê re mezin dibe? Diyare ku ji me re mezin nabe. Em hatine asta ku dukanê bigirin.”