Keda jinê ya ku rê li aramiyê vedike 2017-12-15 09:04:18   Rûken Goman    GIRKÊLEGÊ - Minîfa Silêman pispora karê destan têkildarî keda jinê ya di civakê de û rola wê ya di şoreşê de nerînên xwe anî ziman û wiha got:" Şoreşa herî serkeftî bi keda jinê pêk tê."    Minîfa Silêman a 45 salî ku ji gundê Helêqê yê girêdayî Navçeya Girkêlegê ye bi hunera destên xwe xizmeta nirxên civakê dike û diyar dike ku bi keda jinê bingeha jiyanê ya pêşketina siberoja gelan ava dibe.   Minîfa Silêman nêrînên xwe yên derbarê keda jinê de wiha rave dike:" Ez vê hunera destan ji zarokatî ji dayika xwe hîn bûm. Dayika min ji ber ku qiymeta keda destan digirt loma xwest ku ez jî fêr bibim. Min jî bi kelecanek mezin ev karê hunerê dikir. Dema ku ez zarok bûm min li ber ronahiya çirayê karê xwe dikir. Di şerd û mercên dijwar de jî min dev ji hunera xwe berneda û bi rêsandina cil û bergan bi keda destên xwe ez a niha debara mala xwe dikim."   'Keda jinê bingeha şoreşê ava dike'   Minîfayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bingeha şoreşa jiyanê û wiha got:"Ji ber ku jin di her qadên jiyanê de bi afirîneriya xwe derketiye pêş heta a niha bi keda destên xwe jî bingeha şoreşê ava kiriye. Ji ber ku jin bingeha şoreşa jiyanê bi keda destên xwe ava dikin divê hemû kes li hember keda jinê rêzdariyê nîşan bide û li keda jinê xwedî derkevin."   'Keda destên jinê rê li aramiyê vedike'   Minîfayê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Jinê her dem bi hestên xwe, bi fikra xwe û bi keda destên xwe rê li aramiyê û li aştiyê vekiriye. Dema ku hemû mirov rêzdariyê nîşanî hest, fikir û keda destên jinê bidin dê her dem rê li aramiyê û li aştiyê vebe."