Çîroka Gulê: Ger hun bixwazin kes nikare we bide sekinandin 2017-12-14 09:20:14   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Gulê Bîlge piştî hevjînê wê tê girtin, ji bo li 6 zarokên xwe binêre, di ocaxa çayê de çay û qehwê difroşe û pê debara xwe dike. Gulê Bîlge wiha got: “ Dema ez nû hatim vir min her tim pirsa ‘Ez ê çawa vî karî bikim’ ji xwe dipirsî. Dema min dît ku ez vî karî dikim min got ‘Kes nikare min di tu mijarê de bide sekinandin.’ Ez niha berdewam dikim.”   Gule Bîlge ya  li Mêrdînê dijî çend meh berê hevjînê wê hat binçavkirin û girtin. Gulê ocaxa çayê ya hevjînê xwe dide xebitandin û pê debara xwe dike. Gulê diyar kir ku piştî hevjînê wê hatiye girtin ji bo li zarokên xwe binêre dest bi xebatê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev der dukana hevjînê min bû. 6 zarokên min hene. Ji bo li wan binêrim vî karî dikim. Li vê pasajê ji bilî min jin naxebite. Bi armanca ez nîşanî jinan bidim ku jin dikarin çi bikin li vir dixebitim. Ez li vir bi firotina çay û kahweyê debara xwe dikim.”   ‘Min zehmetî kişand lê min li ber xwe da’   Gulê diyar kir ku destpêkê gelek zehmetî kişandiye lê tevî van zehmetiyan li ser piya sekiniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hinek muşteriyên mêr heta ber derî hatine û çûne.  Beriya hevjînê min bê girtin polîsan her tim bi ser dukanê de digirt. Herî dawî ew girtin. Piştî vê ji bo hewcedarî kesî nebim min dest bi vî karî kir. Li vir yekane jina dixebite ez im. Ez bi vê serbilind im.”   Gulê bi lêv kir ku kes nikare wê bide sekinandin û divê jin piştgiriyê bidin hev.