Hatina cem hev a hêza xeyal û jêhatîbûnê: Ji fermaran çente çêdike 2017-12-13 09:10:51   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Ozgur Guven a ji fermaran çente û cuzdanan çêdike, aboriya xwe ava dike û wiha dibêje: “ Ez gelek ji xebatê hez dikim. Xebatê pêşniyarî hemû jinan dikim.”   Li navçeya Çukurova ya Edeneyê bazarek ji hefteyekê 2 rojan ji bo jinan tê veqetîn. Jin hilberînên keda destên xwe li vê bazarê radixin. Yek ji van jinan jî Ozgur Guven e. Ozgurê hilberînên xwe bi dirûtina fermaran çê dike. Ozgurê hilberînên çêdike difiroşe û wiha dibêje: “Jin tevlî zor û zehmetiyan divê aboriya xwe ava bikin.”   ‘Ji bo hemû jinan pêşniyar dikim’   Ozgurê dest nîşan kir ku ev saleke vî karî dike û wiha pê de çû: “ Divê jin bixwe bawer bin. Beriya min dest bi vî karî bikira ez bi karê malê hatibûm sînorkirin. Min tu car beramberê karê malê nedît. Kes ji xwe nirxa karê jinê yê malê nizane. Hilberîn min gelek kêfxweş dike. Bi saya karê ku ez dikim ez xwe xurt hîs dikim. Ez gelek ji xebatê hez dikim. Ez xebatê pêşniyarî hemû jinan dikim.”   'Ger hêza xeyal û jîrbûnê bibe yek'   Ozgurê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “ Min demekê ji Navenda Perwerde ya Gel qurs girt lê têr nekir. Min xwest tiştên ku ez li wir hîn bûm û fikrên xwe bikim yek. Loma min karên gelek baştir derxist holê. Min hêza xeyal û jêhatîbûna xwe kir yek.”   Her wiha Ozgurê destnîşan kir ku ji fermaran çenteyên jinan çê dike û yên dibînin matmayî dimînin, dema bikar tînin jî spas dikin. Ozgurê got ger jin hilberînê bikin kes nekare rûmeta wan bişikîne.