Jinên Girkêlegê hunera afirîneriyê pêş dixin 2017-12-13 09:06:06   Rûken Goman   GIRKÊLEGÊ - Jinên Kooperatîfên Çandiniyê yên Girkêlegê di derbarê xebatên xwe de nerînên xwe anîn ziman û gotin:" Jinên Girkêlegê bi keda destên xwe hunera afirîneriyê pêş dixin û xwedî li nirxên xwe yên dirokî derdikevin."   Jinên Kooperatîfên Çandiniyê yên Girkêlegê ku girêdayî Dêrik a herêma Cizîrê ye di derbarê xebatê xwe de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:" Ji dîroka mirovahiyê heta a niha jin xwedî kedeke giranbiha ne û jinên Girkêlegê bi Kooperatîfên Çandiniyê vê keda xwe xurtir û mayinde dikin."   'Dê jin bi keda xwe govenda azadiyê bigerînin'   Rêvebira Mala Kooperatîfan a Girkêlegê Leyîla Omer diyar kir ku karê wan serkeftî derbas dibe û wiha got:" Em îro bi keda destên xwe hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê civakî pêş dikevin. Bi keda jinê civak jî dê pêş bikeve û dê jin bi keda xwe govenda azadiyê bigerînin."     'Keda jinê rêbazek gihaştina heqîqetê ye'   Her wiha jina ereb a bi navê Beda Îbrahîm da zanîn ku ew keda jinê pîroz dibinin û dixwazin hemû kes li keda jinê xwedî derkeve û wiha got:" Ev hezar sal in ku jin di warê pêşketina û aramiya jiyanê de kedek giranbiha didin. Ji ber ku keda jinê rêbazek gihaştina heqîqetê ye divê hemû kes li keda jinê xwedî derkevin."   'Jin hêviya civakê mezin dike'   Jina bi navê  Ferha Mohemed jî destnîşan kir ku jin ji bo pêşketina jiyanê derfeteke mezin e û wiha got:" Jin bi keda destên xwe têkoşîna gel û hêviya civakê mezin dike. Loma xwedîderketandina keda jinê xwedîderketandina hêvî û têkoşîna civakê ye."