Dengê ji bazarê bilind dibe ‘krîz heye’ 2017-12-09 09:21:15   Şehrîba Aslan   AMED - Bertîlên mîlyon dolar ên rayedar û wezîrên hikûmetê girtine di doza li DYA’yê de yek bi yek tên îfşakirin û di rojeva gel de jî krîza aborî heye. Jinên li bazarê esnafiyê dikin gotin: “ Pereyê di navbera Reza û Tirkiyeyê de diherikî çû ku? Me baca xwe dida, lê desthilatdariyê ji bo bacê nede hemû rê ceribandine. Ev wijdanek çawa ye?”   Doza Reza Zarab ku welatiyê Tirkiyeyê û bi eslê xwe ji Îranê ye, li DYA’yê didome.  Di doza ku bi îdiaya ‘revandina pereyan, parçekirina ambargoya Îranê û bertîlê’ tê dîtin, Cigirê Midûrê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla wek gumanbar cih digire.  Di dadgehê de behsa mîlyon dolar bertetîl a ketiye hesabê hikûmetê tê kirin û di rojeva gel de jî krîz heye.   ‘Bi pereyê asgarî debar nabe’   Bedriye Aydemîr a li bazarê sebze difroşe got: “Bila kes nebêje krîz tuneye. Em pereyê wesayîta ku pê sebze tînin jî dernaxin.  Em nikarin bifroşin. Em di krîzek mezin de ne. Bi pereyê asgarî debar nabe.  Gel bi wê çi bigire çi negire?”   ‘Kî dibêje krîz tune?   Melîha Uslu ya li bazarê dan û standinê dike jî wiha got: “Krîz heye krîz. Kî dibêje krîz tune? Berê min 5 kîlo firingî digirt, niha du kîloyan digirim.  Nifûs zêde ye. Tiştên ez digirim têr nake. Lê pere tune. Ez bi pereyê teqawîtbûnê çawa debara xwe bikim. Krîz her diçe mezin dibe.”   Sultan Yildiz a sebze û fêkiyan difroşe jî got: “Biha gelek zêde ne. Ji ber vê kes nikare tiştekî bikire. Ji vê krîzê re çare pêwist e. Havînê jî krîz hebû. Wê niha çawa tunebe.”   ‘Pere ku de çû’   Jina bi navê Reyhan Opus jî destnîşan kir ku bi hezar TL alav aniye lê nehatiye firotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em 500 TL zirar dikin. Ji ber em jin in hilberînan bihatir didin me.  Li vir jin du caran krîzê dijîn. Di vê sermayê de ji sibehê de min bi 100 TL tişt firotiye. Pereyê di navbera Reza û Tirkiyeyê de diherikî ku de çû? Me baca xwe dida. Lê desthilatdariyê ji bo nede serî li her rê daye. Ev wijdanek çawa ye?”   Jina bi navê Hatun Genç a pêlav û şimikan difroşe jî got: “ Berê îhtîmalek mezin min 500 TL kar dikir. Ez duh bi 150 TL çûm malê.  Îro ew jî tunebû. Sala borî pêlava min bi 20 TL digir. Îsal 30-35 e. Ez çi bînim jî nayê firotin.”   Hatim Dogan jî bertek nîşanî krîzê da û diyar kir ku her tişt ji sedî sed biha bûye û bi taybet piştî îtîrafên Reza şûnde Tirkiye ketiye krîzek mezin.