Hemşîreya hatiye îxrackirin: Em ê ligel kedkaran cih bigirin 2017-12-09 09:19:41   Gulîstan Azak   MELETÎ - Kedkara tenduristiyê Fatma Turan a 21 sal bû dixebitî piştî hat îxrackirin şûnde bi çandiniya tûtinê debara xwe dike û got: “ Me jina tu car serî netewand. Em ê netewînin jî. Em ê li her derê li cem jinan bin. Min niha berê xwe daye çandiniyê. Em ê li vir li hember dijhiqûqiyan berxwe bidin.”   Fatma Turan ku kedkara tenduristiyê ya 21 salan bû  bi KHK’ê hat îxrackirin.  Piştî  îxrackirinê di serdegirtina malan de hat binçavkirin û piştî 11 roj binçavkirinê Fatmayê hat berdan û hevjînê wê hat girtin.  Fatmayê diyar kir ku bi KHK’yan rewşa jinan xerabtir dibe û got têkoşîna jinan a aboriyê ji ya mêran girantir e.   Fatmayê di berdewamiya axaftiya xwe de bi lêv kir ku bi îxracên tên jiyîn hewl didin jinan ji civakê dûr bixin û dixwazin pêşî xurtbûna jinan di aboriyê de bigirin. Fatmayê got: “Bi îxracan hewl didin jinan hepsê malê malê bikin. Ev rewşek xeter e. Ji ber îxracan hevalên me yên krîz derbas kirin hebûn, yên jiyana xwe ji dest dan hebûn.”   ‘Di memurtê de em têr nebûn ku em di betaliyê de birçî bimînin’   Fatmayê destnîşan kir ku zemên di MTV û KDV’ê de bi taybet bandorek neyînî li ser hilberînerên mişmişê kiriye û wiha pê de çû: "Zem û sînorkirinên li pêş cotkar ‘bêrêzdariyek mezin e’. Me di her şert û mercî de mafê karkeran xwest. Em bûn dengê wan.  Lêgerînên me yên berê yên ji bo mafên kedkarên tenduristiyê niha ji bo karkerên çandiniyê didome. Em li her qadê li cem bindestan e.  Em dema memûr bûn em têr nebûn ku em di betalbûnê de birçî bimînin."   Fatmayê di dawiyê de daxuyakirin ku ew zarokên xwe bi hev re karê tûtinê dikin û got jin divê bixwe bawer bin û çi dibe bila bibe divê têbikoşin.