Kolana kahweyan bi bêhna tostan tê guherîn 2017-12-07 09:18:29   Melîke Aydin   DÊRSÎM - Bêhna çanda serdest a mêran ku ji kahwexaneyan belav dibe, Meral Îlker bi bêhna tostên ku çêdike dişikîne. Meral Îlker  yekane esnafa jin a li Kolana Sûka Nû ye. Meralê wiha dibêje: “ Êdî ji kahwexaneyan dengê dijûnan nayê. Jin jî bi rehetî dikarin derkevin kolanan.”   Kolaneke Pilûra Dêrsîmê  4 kahwexaneyên mêran lê heye û navê kolanê Sûka Nû ye lê gel bi salan e dibêjin ‘Kolana MHP’ê’. Meral Îlker  li kolanê bi tostên ku çêdike bêhna nargîleya ji kahweyan belav dibe dişikîne û diyar kir ku ji bo li Pilûrê îradeya jinê bê pêşxistin hewcedarî bi gelek pratîkan heye.   ‘Ez nebûm aydê wir’   Merala di biçûkatiya xwe de li kolanê xiyar û av difrot, destnîşan dike ku demekê li Stenbolê jiyaye û piştre vegeriyaye Pilûr a Dêrsîmê. Meralê wiha got: “ Min xwe aydê wir ti car nedît. Min zarokatiyek xweş li vir derbas kir. Piştî min dest ji hevjînê xwe berda ez bi keçên xwe re hatim vir. Ez ji çanda xwe hez dikim. Ez behsa baweriya Elewî nakim. Ez behsa azadiya beden û rih dikim. Min got gelo keçên min wê li ku derê bi awayekî ewle mezin bibin.”   ‘Derdora kolanê guherî’   Meralê du salan çandiniyê dike û ev 9 meh in jî dukana dost vekiriye. Meralê anî ziman ku li kolanê kahwexane zêde ne û ji ber vê dem bi dem bêzar dibe û got: “ Lê dîsa jî min li dijî çanda serdest a mêran li kolanê têkoşîn da. Yekane esnafa jin ez im. Bi hatina min re derdora kolanê guherî. Jin êdî tên vê kolanê. Êdî dengê dijûnên mêran nayên. Divê ji bo jinan atolyeyên ku aktîvîteyên civakî teşwîq dike vebin. Têkoşîna min a li vir ji aliyê jinan ve gelek tê ecibandin. Ev der ji bo jinan bûye wek girtîgeha nîv vekirî. Lê dikare tiştên cidî bên kirin û gelek tişt biguherin.”