Ji jinên Meletiyê bi usula ÎMECE’yê nan 2017-11-24 09:30:09   MELETÎ - 6 jinên li taxa Haci Abdî ya navçeya Batalgazî ya Meletiyê dijîn bi hêza xwe firinek vekirin û keda jinê bi nan re tê cem hev. Zeynep Çelîk a di firinê de dixebite got: “Nanên me diçin derveyî bajar jî. Niha em ji bo derveyî welat jî îxracatê dikin.   6 jinên li taxa Haci Abdî ya Batalgazî ya Meletiyê dijîn û di heman demê de cînarên hevin jî firinek vekirin û bi awayê  komunal  nan dipijînin û piştevaniya jinê ya bi hev re  mezin dikin.  Jinên tîr û textê nan digirin û li hev kom dibin  her roj tên firina xwe û nan dipijirînin.   ‘Divê em zincîran bişikînin’   Zeynep Çelîk diyar kir ku di firina ku vekirine de hedef dikin ku îstîhdamê zêde bikin û got: “Li Meletiyê bi jinan re bi rihekî kolektîf meşandina xebatê gelek bi wate ye. Ez bi hevalên xwe yên xebatê re li heman taxê dijÎm. Em ji bo hemû jinan dibêjin ‘Divê em bi hev re bi piştevaniyê hemû pêşdarazan bişikînin û piştevaniyê mezin bikin. Divê em pêşdarazên wekê jin tenê dikarin zarokan bînin, xwarinê çêbikin û paqijiyê bikin bişkînin. Divê em ji her kesî re vê ispat bikin.  Debara malbatê tenê ji mêran re nemaye. Divê wekhevî hebe. Ji xwedî hêzek têr heye.   ‘Em nanê gund çêdikin’   Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi nanê ku çêdikin firina wan di demek kurt de navdar bûye û sira serkeftina xwe jî wiha got: “Jin bixwaze dikare her tiştî bike, dikare ya herî baş bike.Di firinê de tenê jin dixebitin û keda jinê bi nan re tê cem hev. Em serkeftina xwe deyndarê piştevaniya hatiye nîşandanê ne.  Nan di alî tenduristiyê de gelek girînge. Em wek welat zêde nan dixwin. Lê em nanêrin ku ka nan di kîjan şert û mercî de tên çêkirin. Nanê gund yên berê dayikên me çêdikirin êdî gelek kêm bûye. Em di firina xwe de vê kevneşopiyê didomînin. Em bi ardê organîk nanê gund çêdikin.”