'Divê jin li berhemên xwe xwedî derkeve' 2017-11-24 09:06:42   Rûken Goman    GIRKÊLEGÊ - Jinên kedkar ên Kargeha Şehîd Binefş nerînên xwe derbarê jin û xebatê de anîn ziman û wiha gotin: " Êdî em zagonên desthilatdaran bi keda xwe dişkînin û vala derdixin. Şoreşa Rojava çavên me li azadiyê vekir, em bi hêvî ne ku hemû jin li vê şoreşê, li xwe û li berhemên xwe xwedî derkevin."       Jinê di dirêjahiya dîrokê de pêşengtiya civakê kiriye û jiyan bi destê jinê hatiye pêşxistin. Xwe berpirsyara civakê dibîne, ji xwedîkirina sewalan û çandiniyê bigire heta hemû warên civakê jin xwedî lê derdikeve. Jin ji vê kevneşopiyê heta roja îro jî paşve gav navêtiye, li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Girkêlegê jî jinên kurd û ereb ji bo pêşxistina aboriya komînal û bi taybet a jin, kargehek ya cil û bergên hiriyê bi navê Şehîd Binefş di 1'ê Îlonê de vekirine û bi hev re tê de dixebitin.   Rêvebera Kargeha Şehîd Binefş Hala Omer diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe de fêrî karê çêkirina cil û bergên bi hiriyê bûye û wiha got: " Ez ji dayik û dapîrên xwe hîn di zaroktiyê de fêrî çêkirina cil û bergên bi hiriyê bûme, ji hezkirina xwe ya ji vî karî re ez tê de bûm pispor. Em berê li bajarê Helebê bûn, gelek caran min ji malbatê re cil çêdikirin û carnan min debara xwe jî bi vî karê xwe dikir, lê bi dijwarbûna şerê li Helebê, ez hatim Rojava. Li Rojava jî min xwest ku ez karê xwe berfirehtir bikim û jinên din jî fêr bikim, niha jî me ev kargeh vekiriye û em deh jin tê de dixebitin. Em cilên bi hirî ji hevalên xwe yên eniyên şer re çêdikin, bi hatina zivistanê û ji bo ku tiştekî ji bo şoreşa Rojava re bikin me xwest em van cilan çêkin û alîkariyê bikin. Bi hêvî me ku di demên pêş de wê ev kargeh hîn berfirehtir bibe û em gelek jinan fêrî vî karî bikin."   'Şoreşa Rojava bû sedem ku jin hêza xwe nas bike'    Jina bi navê Zelîxa Elî ya ji Kobanê ku xwe fêrî karê desta dike wiha got: " Ez ji Kobanê hatime  vê kargehê da ku xwe fêr bikim, ez pir kêfxweş im ku ez niha fêrî karê dest bûme, ji ber ku bi kar û xebatê mirov hêza xwe nas dike. Beriya niha jinê ji ber zagonên desthilatdaran nedikarî kargeheke bi vî rengî ji bo xwe vekin lê bi Şoreşa Rojava ku Şoreşa Jinê ye, êdî jin di hemû waran de hêza xwe mayinde dike, xwe hewceyî tu kesî nake û mohra xwe li dîrokê dixe. Divê hemû jin li nirx û berhemên xwe yên pîroz xwedî derkevin û di her demê de xwe  pêş bixin."     'Jinê bi keda xwe zagonên desthilatdariyê şikand'    Safiya Xelef jî da zanîn ku ew beriya vî karî bike di nav çar dîwarên malê de bû û wiha pê de çû: " Beriya niha min bi tu karî nizanîbû, ji ber ku em girtiyên malê bûn û hişmendiya fetisandinê ya malê li ser me bû loma em ji heqê xwe nedihatin der . Lê êdî em hewl didin û  van zagonên desthilatdaran bi keda xwe dişkînin û vala derdixin. Şoreşa Rojava çavên me li azadiyê vekir, em bi hêvî ne ku hemû jin li vê şoreşê, li xwe û li berhemên xwe xwedî derkevin."