Cotkarên ji mişmişan kar nedît, berê xwe dan gûzan 2017-11-20 09:22:29   Gulîstan Azak   MELETÎ - Li navçeya Akçadag a Meletiyê li gundê Orenê hesada gûzan dest pê kir. Cotkarên diyar kirin ku nirxa mişmişan ketiye berê xwe dan gûzan. Cotkar Ayşe Aksoyê wiha got: “ Em ê alternatîfên xwe hilberînin. Lê yên ku bajarekî bi mişmişê xwe navdar e wenda kirine bila şerm bikin.   Li gundê Oren a  Akçadag a Meletiyê bi salen e jin hilberîna mişmişan dikin û debara xwe dikin. Lê piştî nirxa mişmişan wenda bû jinan berê xwe da hilberînga gûzan. Yek ji van jinan Ayşe Aksoyê got di serî de kêmasiya avê, pisgirêkên aborî îxracata mişmişê aniye asta rawestandinê. Ayşeyê wiha berdewam kir: “ Ji 2 mîlyonî zêdetir darên mişmişê hatin birîn. Li Meletiyê hilberînerên mişmişê di rewşek zehmet de ne. Gelek cotkarî berê xwe dan hilberîna gûzan.”   Ayşeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “ Darên gûzan ji yên mişmişê pirtir qezencê didin me. Em bi firotina gûzan debara xwe dikin. Em kaşil û belgên wê dişewitînin. Mişmiş di gelek astan de tên derbaskirin. Hesada gûzê li gor ya mişmişê hêsantir e.”   ‘Hilberîna mişmişê rawestiya’   Ayşeyê got qedexeya vîzeyan û astengiyên aborî, hilberînerên îxracata mişmişan xistiye zehmetiyê û got êdî mişmiş qezencê nîne û got hilberîna wê jî rawestiyaye.