‘Em mafê keda xwe nagirin’ 2017-11-17 10:01:50   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Suretxan Kaya ya bi kîloyan gûzan bi kedek mezin bi ben vedike got: “Em çaryeka mafê keda xwe nagirin.”   Jin ji karkeriya çandiniyê bigire heta karkeriya malê her karî dikin, hinek li ber mala xwe gûzan bi ben vedikin. Jina bi navê Suretxan Kaya ya 46 salî ji bo debara xwe bike dixebite, wiha got: “ Em ji ser axa xwe hatin koçberkirin. Li vir jiyan gelek zehmet e. Ji bo em bijîn em neçarin ku bixebitin. Ji ber vê çi ji destê me bê em dikin.”   ‘Em gelek zehmetiyan dikişînin’   Suretxanê da xuyakirin ku ew li taxa Gulbahçe ya Seyhanê rudinin û ev du sal in vî karî dike û wiha pê de çû: “ Tevlî em dizanin em tên mêtîngerkirin jî em bê deng in. Xaniyê me kirê ye. Hevjînê min nexweş e û nikare bixebite. Ez û zarokên xwe vî karî dikin û pereyê nanê xwe derdixin. Zarokên min hemû diçin dibistanê. Di demên vala de dibin alîkar. Ku ev kar tunebûya me yê zehmetiyên mezin bikişanda.”   Yekane xeyala wê vegera gundê wê ye   Suretxanê bi lêv kir ku ji bo 20 TL qezenc bikin 24 saetan dixebitin û got bi derziyê 10 kîlo gûz derbasî ser bend dikin. Suretxanê anî ziman ku yekane xeyala wê ev e ku vegere ser axa xwe.   Sevdaya 15 salî jî ku alîkariyê dide dayika xwe wiha got: “ Ji ber rewşa me ya aborî ne baş e ez bi dayika xwe re vî karî dikim. Havînan ez alîkariyê bi dayika xwe dikim. Ez ji ber vê yekê kêfxweş im. Yekane xeyala min ev e ku ez ji bo dayik û xwişk û birayên xwe pêşerojek baş bihêlim.”