Li dijî penceşêra memikan ‘bi bebekên pelûş’ têdikoşe 2017-11-16 09:34:21   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Suzan Gok a ku nexweşa Pençeşêra memikan e, ev saleke pêlîstokên bebekên pelûş bi armanca terapiyê çêdike û difroşe. Suzanê diyar kir ku ev kar wê kêfxweş dike û ev rêbaz pêşniyarî hemû jinan dike.   Li Seyhan a Edeneyê şaredariya CHP’ê der barê tezgahên li Kolana Çandê ya Ahmet Kalfa de biryara hilweşînê girtibû. Beşek tezgahan hat hilweşandin û hinek jî hîna karê xwe didomînin. Yek ji van tezgehan a Suzan Gok ya 55 saliye.  Suzan ku bebekên pêlîstok çêdike û difroşe, li aliyê din jî li dijî pençeşêra memikan têdikoşe.   ‘Wek terapiyê ye’   Suzanê destnîşan kir ku beriya vî karî tenduristiya wê gelek xerab bûye û bi pêşniyara keça xwe dest bi çêkirina van bebekên pêlîstok kiriye. Suzanê daxuyakirin ku wê bi piştgiriya keça xwe dest bi vî karî kiriye û 7 sale li dijî vê nexweşiyê têdikoşe û çêkirina van bebekan ji bo wê başe.    Suzanê wih agot: “Çêkirina van pêlîstokan wek terapiyê ye. Jinên pirsgirêkên wan yên tenduristiyê hene bila hilberînên destan çêbikin. Ji runiştinê baştire.  Mirov hem pereyê xwe qezenc dike û hem jî hildiberînin.”