Fêkiyê cûr bi cûr bi keda jinê tê hilberandin 2017-11-10 09:14:56 Medîne Mamedoglu MÊRDÎN -Axa dewlemend a Omeryanê bi hilebrîna jinan dixemile.  Nurê Aktug a ku li baxçeyê xwe fêkiyê cûr bi cûr hildiberîne  diyar kir ku ew heqê keda xwe nastîne.   Li Omeriyan a ku bi çiya û xweşkahiya xwe tê nasîn li gundê Talatê jin li hemû qadên jiyanê bi awayekî aktîf dixebitin û hilberînê dikin. Têkiliya ku jin bi xezayê re datînin jî serdema xwezayî tîne bîra mirovan. Jinên ku li baxçeyên xwe di hemû waran de dixebitin bi hilberîna ku dikin debara malbata xwe jî dikin.   'Ew jî li min dinêrin'   Nurê Aktug li aliyekî fêkî kom dike û li aliyekî keda ku dide vî baxçeyî vedibêje. Nurê diyar kir ku li her aliyên vî gundî baxçe hene  wiha axivî:"Ev baxçe ji kevin de heye. Ez her roj têm û av didim. Tu darên fêkî ku min neçandine tune ne. Ew jî wekî zarokên min mezin bûn. Ew darên ku heta min gîhandin min gelek zahmetî bi wan re dît niha ew li min dinêrin.  Li vî baxçeyî fêkiyê cur bi cur heye.  Serdema cureyekî derbas dibe serdema yê din tê. Ev jî min kêfxweş dike."   'Jin kedeke mezin didin'   Nurê diyar kir ku ew gelekî diwestin û ev tişt got: " Em tenê li darên fêkiyan nanêrin em sebze jî hildiberînin. Em her serê sibehê zû radibin û dest bi xebatê dikin. Li vî gundî di hemû karên ku tên kirin de keda jinan heye. Ev baxçe û rezên li vî gundî hemû bi keda jian hatine vê astê."   'Heqê keda me nadin me'   Nurê dibêje ku têkiliyeke gelek xurt di navbera wê û xwezayê de heye lê heqê keda me nadin me. Nurê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heqê keda me nayê dayîn. Nîvê keda me diçe ji komîsyonê re. Carna sebze û fêkiyê ku em dixwazin bibin navçeyê bifiroşin heqê benzîna wesayitê jî dernaxe. Keda me tê çewisandin lê dîsa jî em hewl didin ku debara xwe bikin."