Xebatkarên jin ên tekstîlê dixwazin hemû jin piştgiriya hev bikin 2017-11-02 09:11:58 AMED - Jinên Amedê ji bo mihtacê mêran nebin di karê tekstîlê de dixebitin. Jinên ku di karê tekstîlê de dixebitin dixwazin ku hemû jin dest bi kar bikin, piştgiriya hev bikin û serê xwe li ber mêran netewînin.                                                                                Jinên ku ji bo debara xwe bikin di beşên cuda de dixebitin û ji van beşan yek jî karê tekstîlê ye. Jinên ku dixebitin ji bo debara xwe bikin û li ser piyên xwe bisekinin li Diyar Galerîa’yê di karê tekstîlê de dixebitin. Jinên ku di tekstîlê de dixebitin berheman çêdikin û dişînin fîrmayên cuda. Jinên ku di karê tekstîlê de dixebitin hinek caran 10 an jî 12 saetan dixebitin. Her çiqas karê wan zehmet be jî ji karê xwe gilî û û gazincan nakin. Jina 21 salî Gurbet Tarcana ku di beşa utuyê de dixebite û sê meh in vî karî dike wiha got: “Ez di beşa utîkirina berheman de dixebitim û vê gavê karê min baş e. Ji ber ku li Amedê karê ku jin bike zêde tuneye ez fikirîm ku li vir bixebitim. Ji ber ku ez naxwazim mihtacê tu kesekî bibim û dixwazim bi tena serê xwe li ser piyên xwe bisekinim, ez dixebitim. Ez di beşa utiyê de dixebitim, lewra jî armanca min niha ew e ku makîneyê bi kar bînim. Her wiha ez şefê beşa utiyê me. Xebatkarên ku berheman çêdikin ez jî kontrol dikim. Dema ku di berheman de kêmasî an jî çêkirinê de şaşî hebe ji min tê pirsîn. Lê belê heta niha tu pirsgirêk di çêkirina berhemên me de derneketiye. Her çiqas ez ji ber kar biwestim jî ji karê xwe gelek hez dikim. Ji ber ku ez îro bi saya vî karê mihtacê tu kesekê nabim.”   ‘Jin dikarin her karî bikin’   Gurbetê di berdewama axaftina xwe de got ku beriya ku dest bi vê karê bike baweriya wê jê nehatiye, lê piştî ku dest bi kar kiriye hêviya wê zêde bûye û fikiriye ku tu karê ku jin nikaribin bike tuneye û ev tişt got: “Jin dikarin her karî bikin. Lewra jî divê di serî de baweriya wan bi wan hebe û piştre berdewamiya wê tê. Dema ku em li televîzyonê dinêrin li dijî  jinê tim şîdet, tacîz û tecawiz tên kirin. Lewra jî bi taybetî  jinên ku rastî şîdetê tên dixwazim ku bixebitin û serê xwe li ber mêran netewînin. Mafê her jinê heye ku bixebite û ser piyên xwe bisekine. Lê di serî de divê jin azad be ku her karî bike, ger ku jin  azad be wê demê dikare her karî  bike. Mêrên ku li dijî jinê şîdetê dikin wan şermezar dikim. Ev tîştê ku tê kirin tevgereke gelek şaş e.”   ‘Divê navê jinê di nav xebatan de derbas bibe’   Xebatkara 26 salî Esra Ateşa ku 16 sal in karê muhasebeyê dike ev 5 meh in jî di muhasebeya tekstîlê de dixebite. Esra anî ziman ku yekemîn berhemên baş çêdikin û berhemên ku çêdikin ji fîrmayên cuda re dişînin û wiha pêl da axaftina xwe: “Xebatkarên me zêde ne. Lê belê xebatkarên me yên jin kem in, hewcedariya me bi xebatkarên jin re heye. Di vê pêvajoyê de divê navê jinê di nav xebatan de derbas bibe û êdî jin xwe bide nasîn. Xebatkarên ku li vir dixebitin em hewl didin ku baweriyekê bidin wan bi taybetî  xebatkarên jin. Em bi taybetî xebatkarên jin dixwazin. Ji bo ku baweriya jinê bi xwe hebe, ji bo îradeyeke azad em bi taybetî xebatkarên jin dixwazin. Ger ku jin wiha dest pê bike di demên pêşî de dê baweriya jinan bi wan bê û karên cur bi cur bikin. Em bi taybetî jî dixwazin jinên ku li aliyê Rojhilatê ne baweriya wan bi xwe hebe. Jin dikare her karî bike û bi ser bikeve.”   ‘Li vir divê mafê jinan jî hebe’   Jina 40 salî Hîlal Barana demên pêşî de li Stenbolê û Enqereyê di  karê tekstîlê de xebitiye. Hîlalê dîtiye ku jinên Amedê ji ber zilm û zexta mêran nikarin  bixebitin loma xwestiye li vir bixebite û baweriyê bide jinan û jin li ser piyên xwe bisekine. Hîlalê 5 meh in ku hatiye Amedê û di karê tekstîlê de dixebite û di tekstîlê de berpiryariya berheman dike. Hîlalê di dawiyê de got ku armanca wê ew bûye ku jin ji bin zextan xilas bibe û li ser piyên xwe bisekinin û bi ser jî ketiye û wiha dawî  bi axaftina xwe anî: “Jinên ku dibistan nexwandine jî li vir dixebitin. Jin û xebatkarên vê derê dixebitin û alîkariya malbata xwe dikin. Her wiha pêşiya karê tekstîlê vekiriye. Dema ku em xebatkarên bêwest(Vasıfsız) dixin kar, piştî sê mehan ew xebatkar dibin biwesf(Vasıflı), yanî êdî xewbatkar bixwazin dikarin li her cihî bixebitin. Ev karê tekstîlê aydê me nîne, lê ez gelek kêfxweş bûm ku du an jî sê jin be jî me ji malê derxist û jin mihtacê mêran nebûn. Pêwistiya jinên vir bi xebatan heye. Li vir divê mafê jinan jî hebe.”