Dewlet axê bi diravan difroşe 2017-10-30 10:40:14   AMED - Hayata ku 45 salî ye bi tenûran debara xwe dike. Lê belê dewlet axê bi diravan didin wan.   Hayat Duyara ku 45 salî ye ji eslê xwe ji navçeya Derîkê ya Merdînê ye ji ber zor û zehmetiyên jiyanê ji wir veqetiyaye û hatiye li gundê Qerebaşa(Çarıklı) navçeya Sura Amedê bi cî bûne. Hayat dayika 13 zarokan e û ji du odeyan de di xaniyê kirê de rûdinê. Ji ber ku karê hevserê wê tuneye û ji bo ku zarokên xwe binêre ev 8-9 sal e karê tenûran çêdike. Hayat got ku debara xwe bi tenûr çêkirinê dikin û wiha got: "Ger ku ev karê min nebe em nikarin debara xwe jî bikin. Xaniyên ku em tê de dibînin jî xaniyê kirê ye. Bi aliyekî ve jî zarokên min diçin dibistanê û  ji bo mesrefa wan jî pêk bînim mecbûr im ku bixebitim. Her wiha ez ne bi tenê dixebitim keçên min jî alîkariya min dikin ji bo ku mesrefa xwe bi xwe derbixin. Ji aliyekî ve kirêya malê û ji aliyekî ve jî xwendina zarokan ji bo min gelek zehmet dibe. Lê êdî mecbûr im vî karî bikim. Ger ku ez tenûran çênekin em nikarin debara xwe jî bikin. Her ku çiqas em bi zorê debara xwe bikin jî ji bo me ev jî baş e."   'Sê rojan de du tenûran çêdikim'   Hayatê wiha berdewam kir û got: "Çêkirina tenûran gelek zehmet e, mesela bi aliyê çêkirin û hesilkirina axê ve zehmet e. Ji ber ku bi niga pêl axê dikin û  bi destan jî tenûran çêdikin. "   'Dibêjin erd û axa dewletê ye'   Hayat dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku axê li gundê Kabiyê bi 400 mîlyonan dikirin û wiha berdewam kir: " Em axê bi diravan dikirin. Axa ku em dikirin dibêjin erd û axa dewletê ye. Ji bo ku gel axê bê wan hilnede notirvanan datînin ber derî û ew jî axê difroşin me. Her wiha xeynî kirîna axê em ka û xwê jî bi diravan dikirin. Ger ku em dirav nedin ew axê nadin me. Tenûrên ku em çêdikin li ber derî em 50 hezarî didin, gava ku bidin tomerîfiroşan(toptanci) jî didin 40-45 hezaran. Lê em bi her alî ve dikevin zirarê. Axa ku em dikirin carna 100 tenûr û carna jî ji 100 tenûran kêmtir der tê. Tenûrên ku em çêdikin bi giranî ji hêla Qoser û Merdînê dikirin. Dema ku tenûrên me neyên firotin jî tenûr dimînin û erzan dibin wê demê em gelek dikevin tengasiyê."   'Rewşa me wê xiraptir bibûya'   Hayatê dawiya axaftina xwe de got karê ku dikin çiqas zehmet be jî mihtacê mêran nabin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu jin bila nebêje ku em nikarin bixebitin an jî vî karî bikin. Gava ku jin bixwaze dikare her karî bike. Lewra jî baweriya min bi jinan tê. Karê ku ez dikim gelek zehmet e lê belê mihtacê mêran nabim. Ger ku mihtacê mêran bibûma wê demê rewşa me dê ji îro xiraptir bibûya. Banga min ji jina ev e ku her tim berxwe bidin û bixebitin."