Li Ulamişê jin di hilberînê de rola pêşeng dilîze 2017-10-23 09:10:19 Şehrîban Aslan ÎZMÎR - Li gundê Ulamiş ê Seferîhîsarê mamosteya hunera destan Hatîce Çantepe diyar kir ku ji bo jinan a herî girîng ew e ku ligel hev bin û zanînên xwe bi hev re parve bikin.   Jinên li gundê Ulamiş ê Seferîhîsara Îzmîrê dijîn, bi saya piştgiriya didin hev jiyana komun dikin meriyetê.  Hatîce Cantepe ya di jiyana komunê de rolek mezin dilîze, ev sê sal e li gundê Ulamişê dijî.  Hatîce ya ku mamosteya hunera destan e, diyar kir ku daxwaza jinan a hînkirinê wê teşwîqî hilberîna nû dike.   Hatîceyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku nan û genimê karakilçikê yê Ulamişê navdar e wiha got: “Ji ber vê wêneyên van li ser xaniyan tên xêzkirin û got wê bi jinan re vê bikin.   Hatîceyê bi lêv kir ku bazara gund nû hatiye avakirin û ew û gundiyan bi piranî li ser lêgerîna dikarin çi bikin dixebitin.  Hatîceyê wiha got: “Li bazarê jin pirin. Jin li gund di hilberînê de pêşengiyê dikin.  Ji bo jinan ya herî girîng parvekirin e.”   Berbi paşerojê ve çûyîn heye   Hatîceyê destnîşan kir ku di encama perwerdeya dide û serkeftina jinan de xebatên gelek baş hatine kirin û bi perwerdehiyên ku jin digirin hilberînên xwe li bazara gund li ser tezgahan difroşin. Hatîceyê got jin gelek hilberînên destan yên wekê gore, çente, bebik, lîf, alavên xemlê, morîka nezerê û gelek tiştên din çêdike.