KJACD: Jinên Kurd her dem têkoşer in 2017-10-23 09:02:28 DIRBESIYE - Komîta jin a  Akademiyên Civaka Demokratîk derbarê pêvajo û serkeftina Jinên Kurd ên kedkar û şoreşger de nêrînên xwe anîn ziman. Komîta jin a  Akademiyên Civaka Demokratîk derbarê pêvajo û keda jinê nêrînên xwe wiha anîn ziman:   Di vê serdema herî giran de weke ku  tê zanîn, hêzên nîjadperest li Rojhelata Navîn, şerê cihana 3.mîn di milê gotin û kiryarî de dimeşînin. Li her çar aliyên war û gundên me  dîsa  nîjadperestên rejîma Iraqê,Îranê û komara Tirkiyeyê bi tevgerek leşkerî,  dest bi êrîşên tunekirinê û dagirkirinê kirine. Lê her çiqas  talanî li ser gund û warên me bidin meşandin jî em ê li dijî vê têbikoşin. Em weke jinên Kurd xwedî  bîr û baweriya felsefeya azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Loma Jinên Kurd her dem têkoşer in. Her çiqas fîtne û bêbextî ji aliyê  neyaran bê kirin jî em jin her dem têdikoşin.   Me xwest em jî bibin parçeyek ji avakirina warê jinên azadîxwaz   Jinên azadîxwaz ne tenê li meydana şer, di nava tevahî damarê tevna  jiyana civakê de xwedî sekin û xwedî lêgerin in.  Bi felsefeya jina azad li beranberî zihniyeta talankar û zilmdar dest bi  avakirinên nû daye kirin û li ser vî esasî warê jinan bi ked û ronahiya jinan ji bo pêşeroja jinan tê lêkirin. JÎNWAR! Jînwar di nava vê kelegerma siyasî û leşkerî de xebatê xwe bi hêrsa tolgirtina, ji rejîmên tecawîzkar û talankar xebatê xwe berdewam dikin.  Bi vê boneya tolhildanê, em jî weke Komîteya jin a Akademiyên Civaka Demokratîk me rojek xwe ji vê xebatê re veqetan û me xwest ku em ji van rojên dîrokî nemînin. Baş tê zanîn ku ev axa  me bi xwîn û xwêdana mirovan hat parastin û em îro em  warê jinan li ser  ava dikin. Ev yek ne tiştek weha ji rêzê ye. Ji ber em di ferqa van rojên giranbiha de ne ku me xwest kêmek xwiya me jî di nava vê heriya JÎNWAR de hebe. Ji ber ku wateya xwê li cem mirovan gelek bi qîmet e. Me xwest em jî bibin parçeyek avakirina warê jinên azadîxwaz.