Dayika Gullu ya ji Bozcaadayê pêşketina çandiniyê dixwaze 2017-10-22 09:22:05 Evrîm Kepenek ÇANAKKALE-Gulîzar Zorlu ya 66 salî ku li Bozcaadayê dijî, bi masîvaniyê debara malbata xwe dike.  Dayika Gullu ji bo amadekariya zivistanê jî zeytûnan dişkîne û dixwaze çandiniya li Bozcaadayê pêş bikeve.   Gulîzar Zorlu ya 66 salî ku li Bozcaadayê ya Çanakkaleyê dijî, wek gelek jinên din yên li giravê dijî, amadekariya zivistanê dike.  Dayika Gullu li ber derê xwe zeytûnan dişkîne û diyar dike ku karê ku herî zêde jê hez dike jî derdikeve masîvaniyê.   ‘Hun nekarin bikin, hunê bikevin behrê’   Gulluyê destnîşan kir ku bi jinên cîranên xwe re berbi êvarê diçin masiyên luferê digirin û li ser pirsa me ya ‘em jî bi we re bên’ bersiva ‘Hun nekarin hunê bikevin behrê’ da.   Dayika Gullu ya li ber derî zeytûnan dişkîne diyar kir ku ji bo zivistanê ava firingiyan çêkiriye û niha jî zeytûnan dişikîne.   Gulluyê ev tişt anî ziman: “Faliyetên turîzmê li gravê çavkaniya girîng a giravê ye. Niza ji ber çiye lê di behrê de masî nemane.  Berê me bi masîvaniyê debara xwe dikir. Me difrotin restorantan. Niha jî em difroşin lê berket nema. Li vir çandiniya zeytûnan tê kirin.  Xwezî pir erdên me yên zeytûnan hebûya. Em niha nekarin bi çandiniyê ne jî bi behrê debara xwe bikin. Divê qadên çandiniyê yên gravê bên zêdekirin.”