Jina afirîner her tim kedkar e 2017-10-22 09:02:44 Lîlav Elî EFRÎN -  Jina bi navê Kurdistan Şemyo ji bo aboriya xwe li ser piya bihêle bi kedeke giranbiha li dikanê dixebite.   Jina bi navê Kurdistan Şemyo (32)  ji bo aboriya xwe li ser piya bihêle li dikaneke biçûk dixebite. Jina afirîner di heman demê de bi karê malê,çandinî û bi xwedîkirina çar zarokan jî mijûl dibe. Kurdistanê û zarokên xwe li bajarê Helebê dijiyan, dema ku DAÎŞ'ê êrîşî cihê wan kirin berê xwe dan herêma Efrînê. Li gundê kurzêlê ya girêdayî herêma Efrînê ji bo pêdivîyên xwe û zarokên xwe ya jiyanî pêk bînê kedê dide.   Jin bi keda xwe ya giranbiha dê her dem li ser piyan bimîne   Kurdistanê diyar kir ku jin her dem bi zilm û zordariyan rû bi rû mane lê keda jinê ya giranbiha her dem pîroz e û wiha got:"Piştî ku em ji bajarê Helebê hatin Efrînê aboriya me ne baş bû. Loma min  dikanek biçûk vekir ji bo pêdiviyên malbata xwe bikim ku pêdiviya min ji tu kesî nemîne. Çimkî jin bi keda xwe ya giranbiha her dem li ser piya mane û ew ê dê her dem li ser piya bimînin."   Ez diwestim lê ji ber ku pêdiviya min ji kesekî din tuneye, bextewar im   Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Ez serê sibehê saet di  08:00'an de dikanê vedikim û heta saet 4'an li  ber dikanê dimînim û êvarî têm karê malê dikim. Ez diwestim lê ji ber ku pêdiviya min ji kesekî din namîne, bextewar im."