‘Ji bo jinên kedkarên malê şerta ’25 sal zewicandî mayîn’ ferz kirine’ 2017-10-16 09:23:51 Zulal Koçer STENBOL - Seroka Giştî ya Evîd-Senê Gulhan Benlî diyar ki ku pêşnûme qanûna ji bo elwehiya civakî ya jinên kedkarên malê hatiye dayîn wê bê rojeva meclîsê, qanûnîbûna vê pêşnûmeyê şerta ’25 sal zewicandî mayî’ tîne û wiha pê de çû: “Ev ne diyar e ceza ye an jî xelat e.  Dema jin bixwaze hevjîn berde, nikare ji sîgorteyê sûdê bigire. Ev ferzkirinek e. Divê dewlet sîgorteyê çêbike.”    Parlamenterê CHP’ê yê Antalyayê Niyazî Nefî Kara ji bo jinên nikarin teqawît bibin û ewlehiya wan ya civakî tune  pêşnûme qanûn di meha adarê de dabû serokatiya meclîsê.  Seroka Giştî ya Evîd-Senê Gulhan Benliyê îtîrazê vê pêşnûmeyê kir.   15 mîlyon jinî eleqeder dike   Gulhanê diyar kir ku ji bo ewlehiya civakî ya 15 mîlyon kedkarên malê yên jin eleqeder dike, şerta  herî kêm ’25 sal zewacê’ ferz dike.  Gulhanê ev tişt got: “Divê bê fikirîn ku pereyê sîgorteya jinên ku bi salan bêyî pere xizmeta malê kirine, çawa tê dayîn. Şerta 25 sal zewacê tê xwestin. Gelo ev cezayê çi ye, xelata çi ye. Şertek wisa li dijî rewşa heyî ye.  Li vî welatî her roj jin rastî şîdeta hevjînê xwe tên. Dema jin daxwaza berdanê bikin, ji mafê sîgorteyê fêdeyê nagirin. Bixwaze fêdeyê jê bigire jî neçar dimîne şîdetê dibîne. Ev ferzkirinek çawa ye?”   ’25 sal cezayê ferzkirinê’   Gulhanê bi lêv kir ku meseleyeke din jî ji bo ewlehiya civakî pereyê ji bo kes tê razanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên bi salan li malê bê pere, xizmetê dikin wê vî pereyî ji ku bibînin. Hatina vê jinê ji ku tê. Bi vê qanûnê gelo başî ji bo jinê tê kirin? Yanî daxwaza 25 salan ceza tîne. Pirsgirêkê kûrtir dike.Divê dewlet sîgorteya jinan razîne.”