Jinên Rihayî: Ji bo çareseriya krîza aborî divê hinek tişt biguherin 2026-10-26 09:02:04   Evîn Çîftçî   RHA - Li Rihayê gelê ku ji bo dan û standinê derketin, behsa bandora krîza aborî kirin û wiha gotin: “Em di pêvajoya wisa de ne ku zikê me têr nabe. Ji bo çareseriya krîza aborî divê hinek tişt biguherin, nû bibin.”   Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyona xurekê ya slane di astên jor de aşkera kir û li gorî daneyên Turk-Îş  sînorê birçîbûnê 37.800,92 TL û ya xizaniyê jî 123. 130.00 TL ye. Mûçeyê Asgarî jî 28.075.50 TL ye. Ji ber vê hêza girtinê ya gel dadikeve asta herî jêr. Mirov nikarin hewcedariyên sereke bigirin.   Li Rihayê jinên derketine dan û standinê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.   ‘Çima me neçarî xwarinên nebaş dikin’   Nebîhe Erdem da zanîn ku ji ber krîza aborî xwarinên herî xerab û bê kalîte digirin û got: “Ez mirovek im û di alî aborî de pirsgirêkan dijîm. Li Stenbolê dijîm. Lêçûna me zêde ye. Mûçe têr nake. Li vir mirov êvarê dipên ku erzan bibin. Em jî mirov in, em jî welatiyên vî welatî ne. Em jî tiştên xweş û bi kalîte heq dikin. Me neçarî xurekên herî nebaş dikin.”   ‘Çareserî guhertina hinek tiştan e’   Nebîhe Erdem di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji bo çareseriyê divê hinek tişt biguherin û wiha domand: “Ez hatim çend salî, nikarim goşt bibim mala xwe. Bigirim jî bi sînor digirim. Neviyê min li Stenbolê di şertên giran de dixwîne. Di wargehê de dimîne. Jiyan zehmet bûye. Me ji bo zivistanê tu tiştek nekiriye. Em bi çi amade bikin? Ji bo çareseriyê divê hinek tişt biguherin, bên nûkirin.   ‘Li gorî berê hînek din baş e’   Zemzem Kurt jî destnîşan kir ku şertên jiyanê zehmet in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her tişt biha ye. Tiştek têr nake. Min tiştek negirt, yên destê min 500 TL girt. Şertên jiyanê pir zehmet in. Aborî nebaş e. Bandorek mezin li ser me dibe.”   ‘Em nikarin îdare bikin’   Leyla Kar jî wiha got: “Em di bin şertên giran de îdare dikin. Tu tiştek nayê girtin. Em nikarin îdare jî bikin. Sê poşet tişt 1000 TL girt. Min tiştek li gorî dilê xwe negirt. Ez jî dixwazim her tiştî bigirim. Lê em nikarin bigirin. Biha ye. Ez teqawît im. Hevjînê min nexweş e. Em kirê didin. “   ‘Piranî kes birçî ne’   Şemşe Polat jî bertek nîşanê rewşa aborî da û got ew nikarin tu tiştekî bigirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Berê 100 TL têrî her tiştî dikir. Em niha 22 hezar digirin tiştek pê nayê girtin. Min û hevjînê xwe ne pev çinî û hatim bazarê. Bi vî pereyî tiştek nayê girtin. Kîloyek penîr 300 TL ye.  Pir mirov hene birçî ne.”   ‘Mûçe roja din diqede’   Kadriye Kuranoglu jî bi lêv kir ku mûçeyê wan çawa tê wisa diqede û got: “Ez ji kar derketim hatim vir ku tiştekî bigirim. Aborî berbat e. Min tiştên dixwest negirt. Ez mûçeyê asgarî digirim. Mûçe roja din diqede.”   Bedriye Yildiz jî wiha anî ziman: “Mirov nikarin xwe têr bikin. Her tişt biha ye. Mirov  bi mûçeyê asgarî debarê dikin. Em di pêvajoyek pir xerab de ne. Em nikarin li xwe binêrin.”