Li dijî krîzê bi keda xwe dikana xwe li ser piyan digire 2026-10-04 09:05:20   QERS- Esengul Demîrden ya li Qaxizmanê dikana wê ya dirûnvaniyê heye, bi bihayên zêde karê xwe didomîne. Esengul Demîrden da zanîn ku ew dixwaza atolyeya xwe mezin bike û derfeta kar bide jinên ciwan.   Li Kurdistanê têkoşîna jinan a di qada aborî de û keda nayê dîtin, tevî hemû astengiyan didome. Jin li dijî krîza aborî û rolên zayenda civakî karê xwe dikin, kargeriyan vedikin, li ser piyan disekinin û ji jinên din re dibin çavkaniya îlhamê. Jina bi navê Esengul Demîrden ya li navçeya Qaxizman a Qersê dijî, dikana wê ya dirûnvaniyê heye û yek ji mînaka şênber a têkoşîna jiyanê ye.   Esengul Demîrden ya 52 salî ku  der barê keda ku mezin kiriye de nirxandin kir.   ‘Ez ji karê xwe hez dikim’    Esengul Demîrden da zanîn ku wê di temenê biçûk de di sektora tekstîlê de dest bi xebatê kiriye û ji ber vê eleqeya ji bo dirûnê û hilberînê çêbûye. Esengul Demîrden wiha anî ziman: “Ez di zarokatiyê de di fabrîqeyê de xebitîm. Min ji wê demê de ji karê tekstîlê hez kir. Elqeya min her tim hebû. Piştî salan şûnde min got ez bikim pîşe. Min dest bi dirûnvaniyê kir. Salek e dirûnvaniyê dikim. Gelek jê hez dikim.”   Esengul Demîrden diyar kir ku debara xwe bi dirûnvaniyê dike û aboriya xwe bidest dixe û wiha domand: “Ez debara xwe ji vir dikim. Kêmasiya me tune. Fêdeya me hem ji me re hem jî mirovên din re heye. Mirov tên me pîroz dikin. Piştgiriyê didin me. Hevalên jin yên dixwazin bi me re bixebitin hene. Qaxizman biçûk e û piranî mêr in. Gelek mêr li kahweyan rûdinin kar nakin.”   ‘Aborî bandorê li me dike’   Esengul Demîrden daxuyakirin ku şertên aborî bandorê li dirûnvaniyê jî dike û ev tişt anî ziman: “Tevî lêçûnan ez ji bo pîşeya xwe bikim bi sebr dixebitim. Bêguman aborî bandorê li me dike lê em dîsa jî karê xwe dikin û hewl didin li ser piyan bisekinin. Bihayê ben û kumaş zêde ye. Ev bandorê li me dike. Gelek kesên ji ber aboriyê mexdûr bûne hene. Karê dirûvaniyê di her alî de piştgiriyê dide jinan. Ez dixwazim jin berê xwe bidin vê pîşeyê. Ez dixwazim karê xwe mezin bikim û piştgiriyê bidim jinên ciwan.”