Keda xwe ya 25 salan bi jinan re parve dike 2026-07-01 09:02:28   AGIRÎ- Îlkay Yildirim ku bi maşîneya xwe ya dirûnê dest bi pîşeya xwe kir, nava salan de dikana xwe vekir û hem debara xwe dike hem jî bi perwerdehiya dide jinan piştgiriya borî dide jinan.   Jin tevî krîza aborî ya giran dibe û lêçûnên jiyanê yên her diçe zêde dibe, dest ji hilberînê bernadin. Bi hezaran jinên debara xwe bi keda xwe dikin, hem têkoşîna aboriyê didin hem jî tecrubeyên xwe bi jinên din re parve dikin û piştevaniyê mezin dikin. Îlkay Yildirim a ku 25 sale li Agiriyê dirûnkariyê û karê pîko dike, yek ji van jinan e. Îlkay Yildirim ku bi maşîneyeke dirûnê dest bi kar kir,  li kolana Cumhuriyetê dikana dirûnvaniyê vekir û ev sê sale di bin bana Navenda Perwerdehiya Gel de bi qursên nexş û dirûnê perwerdehiya pîşeyî dide jinan.   Îlkay Yildirim ku bi salane esnafiyê dike, piştî biryar da ku dikana xwe vebike, bi atolyeyek biçûk dest pê kir û di nav salan de karê xwe mezin kir. Îlkay Yildirim wiha anî ziman: “Hevjînê min li Kolana Cumhuriyetê mexazeya sporê vekiribû. Em navberekê neçar man biçin Aydinê. Dukanek me li vir yek jî li wir bû. Me dikana wir girt em dîsa hatin Agiriyê. Min dikana hevjînê xwe vekir û 25 sale vekiriye. Min pîko dikir. Em li Agiriyê du jin bûn ku ev kar dikir. Karê me gelek baş bû me pir qezenc dikir.”   ‘Piştî mirov bixwaze tu tiştekî nikaribe bike tuneye’   Îlkay Yildirim daxuyakirin ku divê jin zêdetir di jiyana aborî de cih bigirin û got: “Min bi karê xwe zarokê xwe da xwendin. Ez vegeriyan dirûnvaniyê. Min dirûnvanî dikir lê min giranî dabû pîko. Ew kar jî her çû şûnde ket. Sê sale jî ez di Perwerdehiay Gel de mamostetiyê dikim. Divê jin li malê rûnenin. Divê karê xwe bikin. Li ser piyên xwe bisekinin û bixebitin. Azadiya aborî ji bo jinan gelek girîng e. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin.”