Li mîtînga 1'ê Gulanê ya li Kadikoyê manîfestoya hevpar 2025-05-01 13:45:15   STENBOL - Di mîtînga 1'ê Gulanê de ya li Qada Rihtimê ya Kadikoyê manîfestoya hevpar a DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê hate xwendin û işaret bi ked, demokrasî û azadiyê hate kirin.   Bi pêşengtiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê mitînga 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê hat lidarxistin. Mitîng, bi dirûşma “Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser kevin” hat lidarxistin. Bi deh hezaran karker û kedkaran ber bi qada mitîngê ve dest bi meşê kirin.    Karkerên guh nedan baranê û hewayê sar, gelek caran dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev”, “Jin, jiyan, azadî", “Maf, hiqûq, edalet”, “Bi tena serê xwe rizgarî tune ye, yan bi hev re yan jî tu kes ji me” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Li qadê wêneyên rojnamegerên girtî jî hatin hilgirtin û girseyê dirûşma “Çapemeniya Azad dê bêdeng nemîne” berz kir.    Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Koroya Dostlarê ya Ruhî Su derket ser dikê.    Serokên Giştî DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê bi hev re derketin ser dikê û girseya gel silav kir.   Odeyên pîşeyî û sendîkayên pêşengiyê ji mîtîngê re kirin, 'manîfestoya' hevpar xwendin.     Di metnê de hate gotin, "Tirkiyeyeke azad pêkan e. Em bibin yek, bi hev re têbikoşin ew têrê dike." Hate destnîşankirin ku sîstemeke bi edalet bi têkoşîneke rêxistinbûyî dikare bê avakirin.   Di manîfestoyê de hate ragihandin ku demokrasiyeke rasteqîn dikare pêk were ku ked neyê xwarin, mafên sendîkayî bên naskirin, jin û teqawît di ewlehiyê de bin û gel xwedî gotin û biryarê be.   Di manîfestoyê de hate gotin, "Em ji qadên 1'ê Gulanê careke din îlan dikin ku cîhaneke bi serweriya gel, karker û kedkaran pêkan e, ne bi serweriya zordaran."   Bi dewamî hate gotin, "Sermayeya çavkaniyên welêt ne ji bo rantxur, şer, tasfiyekirina hevrikên siyasî lê ji bo me 86 milyon mirovî ji bo jiyaneke mirovahe dikare bê bikaranîn, cîhaneke bi vî rengî pêkane."   Manîfestoya hevpar bi vî rengî bi dawî bû:   "Em bibin yek, têkoşîna hevpar bimeşînin ev têrê dike. Tenê em zanibin ku em bi tenê nînin, rizgariya me bi hev re dibe. Em bi hev re bimeşin, hêza têkoşînê ya yekbûyî nîşan bidin. Li qadên 1'ê Gulana 2025'an bi milyonan mirov ji bo xwe, zarokên xwe û paşeroja welatê xwe soz didin: Piştî ku em ji vê qadê çûn, em li ku dixebitin, li ku dimînin, li ku têkoşînê dimeşînin em ê xwe bi rêxistin bikin.Em ê zanibin ku hêza me ji yekîtiya me ye û em ê xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi rêxistiniyê bi ser bikevin, bi yekbûnê bi ser bikevin, bi têkoşîna yekbûyî ya gel bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin. Dema ku em bi ser ketin wê demokrasî bi ser bikeve, edalet bi ser bikeve, aştî bi ser bikeve, xwişk û biratî bi ser bikeve, ked bi ser bikeve, ev welat, ev gel wê bi ser bikevin. Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ti ji me."   Mîtîng bi axaftinan û muzîkê dewam kir.