Kiratxaneya vekir bû qada jiyanê 2024-09-29 09:02:38     Pelşîn Çetînkaya   AMED - Canan Guler a li Peyasê kiratxane vekir, ji profîla jinan a ku pergala serdest a mêr afirandiye derket û ji xwe re qadek jiyana nû ava kir.   Pergala serdest a mêr ku jinan hepsê nav çar dîwaran dike û armanc dike ku jin hêza parastina cewherî winda bikin, li erdnîgariya Kurdistanê vê hîn girantir pêk tîne. Bi hezaran Kurdên salên 90’î de ji ber şewitandina gundan hatin koçbekirin, mahkumê tunebûna aborî û manewî kirin. Van polîtîkayan bê guman herî zêde bandor li jinan kir. Lê dîsa yên ku sînor hilweşandin jin bûn. Yek ji van jinan Canan Guler e. Cananê li Peyas a Amedê li taxa Dîclekentê kiratxane vekir. Cananê hem jiyan hem jî karê xwe vegot.   Ji ber şewitandina gundan koçber bûn   Canan li Pasûr a Amedê tê dinê. Lê ji ber mala wan tê şewitandin ji Pasûrê koç dikin. Canan diyar dike ku dema gund tê şewitandin bavê wê girtî bû û koç kirine û hatine cem birayê xwe. Cananê wiha got: “Piştî bavê min ji girtîgehê derket, dê, bav û xwişk birayên xwe em ketin xaniyekî din. Li dijî zextê pergalê ji malbatê kes nema. Bavê min krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da. Birayekî min hat girtin. Dayika min felç derbas kir û piştre jiyana xwe ji dest da. Piştî wefata dayika min, serê salên 2000’î de min dest bi xebatê kir.”   ‘Qadek pir zehmet e’   Cananê bi lêv kir ku karê herî zehmet çibû xwestiye ji wê dest bike û wiha domand: “Min kahweyek vekir. Dema mirov dinêrin hêsan xuya dike lê ne wisa bû. Min pir zehmetî ewil kişand. Lê niha min xwe daye hev. Ez li vir hem xwediyê kargeriyê me hem jî xebatkar im."   Rewşa xweş a piştevaniyê   Cananê di dawiya axaftina xwe de got derfetên karê ku dike jî heye û wiha domand: “Em bi muşteriyên tên vir re dibin wek malbat. Carnan sibehan karê min derdikeve, ez kahweyê vedikim, teslîmê muşteriyan dikim, dibêjim heta têm hûn lê binêrin. Ew jî dibêjin ‘temam xwişkê tu biçe karê xwe bike’. Her wiha carnan karê min zêde ye, ew tên çaya xwe tije dikin. Ji min re dibin alîkar. Piştevanî heye li vir. Me di pandemiyê de vir girt. Lê me pitşre dîsa vekir. Ez bang li hemû jinan dikim. Bila tu carê xwe şûnde nekşînin. Bila bi hewldanên xwe tiştekî bikin.”