Jinên nikarin dukanê vebikin di hevdîtinê de berhemên xwe difroşin 2024-09-28 09:02:34       Pelşîn Çetînkaya   AMED - Jinên di ‘Hevdîtina Keda Jinan’ de cih girtin, diyar kirin ku ji ber dukanên wan tune ne, di hevdîtinê berhemên xwe difroşin û îstîhdama xwe ava dikin.   Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber krîza aborî civak her diçe xizantir dibe. Jinên ku bi taybet ji vê rewşê bi bandor dibin, alternatîfên xwe diafirînin û berhemên keda destê xwe difroşin. Li Amedê şaredariyên DEM Partiyê ji bo jin berhemên keda destê xwe bifroşin ‘hevdîtina keda jinan’ pêk tînin. Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê 5’emîn hevdîtina keda jinê pêk anîn. Jinên di hevdîtinê de hatin gel hev, berhemên xwe difroşin. Hevdîtina ku du hefteyan carê pêk tê, saet di 19’an de destpê dike û  jin di standan de cil û brgan, pêlavan, çenteyan, xwarinên çêdikin difroşin. Ji her temenî kes tên hevdîtinê, bi şahiyê derbas dibe.    ‘Em dixwazin ev  bername bidomin’   Ruken Bulut ya ku ev 2-3 hefteye tevli hevdîtinê dibe, diyar dike ku li wir piştevanî û civakîbûn heye û got: “Ji bo piştgiriya mala xwe em hatin vir. Em berhemên xwe li vir difroşin. Em hevalên nû ji xwe re çêdikin. Ez kesên cuda li vir nas dikim. Heman demê de piştevaniyek heye. Em di diyalogê de ne. Tiştên xweş û erênî li vir tên jiyîn. Em xwarinên xwe li vir diroşin. Em ji bo zarokan jî xwarinan çêdikin. Divê bernameyên wisa bidomin. Ev ji bo pêşketina mirovan başin.”   Kirêya dukanan zêde ye   Gulseren jî ku tevli hevdîtinê bû, diyar kir ku çente, êlek,  papik û cil û bergan didrû. Gulserenê jî wiha got: “Em li derve berhemên xwe nikarin bifroşin. Ji ber kirêya dukanan zêde ye. Dewlet alîkariyê nade. Em bi zor debarê dikin. Em nebitin em nikarin titşekî bigirin. Ji neçarî divê jin hewl bidin. Jin li vir kêfxweşin. Ez wan pîroz dikim.  Şaredarî alîkariyê dide me. Cih dide me.Me yek bi yek datînin malê. Qursan vedikin. Em hemû li vir hevaltiyê datînin. Em ji şaredariya xwe razî ne. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin. Divê bernameyên wisa bidomin.”   ‘Ji ber hatim vir zarokên min jî kêfxweşin’   Mevlude Kaya jî xwest ku cihekî ku her tim bikaribin berhemên xwe bifroşin hebe û wiha dirêjî dayê: “Berê jî me serî li şaredariyê dabû. Dema em bixwe bawer bin zarokên me jî bixwe bawerin. Bi hatina min ya vir zarokên min kêfxweş bûn. Tiştên min anîne vir hemû keda min in. Dema beramberê keda xwe digirim kêfxweş dibim. Rewşa me ya aborî ji xwe nebaşe. Em ê heta kengê li destê mêran binêrin. Ji xwe kar tuneye. Divê em hewl bidin. Em derfetên kar dixwazin.”   Nursel Satik jî bi lêv kir ku keça wê ya astengdar çenteyan çêdike û di vê hevdîtinê de bi keça xwe re wan çenteyan û  berhemên xwe yên din difroşin.  Nurselê wiha dawî lê anî: “Em borekan çêdikin. Em çente û tîşortan çêdikin. Keça min çenteyan çêdike. Em li vir difroşin. Ji bo me baş e. Em li vir hev nas dikin. Ev me pêş dixînin. Ez dixwazim ev bername bidomin. Em li vir dixebitin û bixwe baweriya me zêde dibe.”