‘Li dijî hişmendiya civakê ya mêr bi ser ketim’ 2023-06-28 09:07:08     Sema Çaglak   ŞIRNEX – Wahîde Adanç a ku li Silopyayê bi dikana aksesuar û tuhafiyeyê debara xwe dike destnîşan kir ku ew li dijî hişmendiya civakê ya mêr ku dibêje jin nikare bike bi ser ketiye.   Jin bi salan e ji bo aboriya serbixwe têkoşînekê mezin didin. Jinên ku di vê qadê de bi ser dikevin ji bo jinên din dibin hêvî  û cesaretê didin wan. Yek ji wan jinan jî Wahîde Adanç(39) ku li navçeya Silopyayê ya Şirnexê ye. Wahîde 5 sal in bi dikana aksesuar û tuhafiyeye debara xwe  dike û li dijî hişmendiya zayendparêz têkoşînê dide.     ‘Min xwest li ser piyên xwe bisekinim’   Wahîde ya ji mêrdînê ye beriya ku bê vê dukavnê veke li Antalyayê maye. Wahîde piştre ji ber wefata hevjînê xwe ligel zarokên xwe berê xwe dide Silopyayê. Wahîde, wiha behsa pêvajoya vekirina dikanê kir: “Piştî ku hevjinê min di qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest da ez û zarokên xwe tenê man. Me li wir gelek zehmetî kişand lewra em hatin Silopyayê. Li vê derê di hişê min de vekirina dikanekê hebû. Ji ber ku min dixwest ez li ser piyên xwe bisekinim û ji bo zarokên xwe bibim hêz. Min xwest dikanê vekim û bav û birayê min jî piştgirî dan min.”   ‘Li dijî hişmendiya civakê bi ser ketim’   Wahîde, daxuyand ku ji berê ve karên destan bala wê kişandiye û got: “Berê min li mal nexş û morî çêdikirin. Piştre li qûrsekê min perwerdehîya li ser karê destan dît. Gava min ev dikan vekir baweriya gelek kesan bi min nîn bû ku ez ê bikaribim vî karî bikim. Digotin nikare bike. Lê min ew gotin vala derxistin. Bi bawerî û hêza xwe ji roja yekemîn heta niha min karê xwe bi rêk û pêk kiriye. Gava min bi hezkirin û bi dil ev kar kir zêdetir pêş ketim. Gelek jinên li dora min ji min cesaret û moral girtin. Ez di demên pêş de jî dixwazim vî karê xwe mezintir bikim û ji jinên taxê re bibim mînak.”   ‘Jin li qadên civakê pêşengtiyê dikin’   Wahîde, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jin bi têkoşînê pêş dikevin û got: “Jin ne qels in. Heke bixwazin dikarin gelek tiştan bi serfirazî bikin. Jin li her qadên civakê pêşengtiyê dikin. Gava mirov li van binêre dibîne ku hêza jinê zêde ye. Bêgûman ew jî me kêfxweş dike û em dixwazin ku hêza jinê li hemû qadan bê dîtin.”